Şanda Desteya Danûstandinê ya Sûrî bi Serokatiya D. Bedir Camûs, li rex xebatên xola 78an a Komeleya Giştî ya Netewên Yekbûyî li New York ê, li gel Cîgirê Emîndarê Giştî û Rêvebirê Siyasî yê Desteya Karê Derve ya Yekîtiya Ewropayê Enrique Mora civiya, û pêre behsa pêşketinên pirosesa siyasî di doza Sûrî de kir.
Û Camûs li gel Mora di hevdîtina ku li baregeha Şandeya Yekîtiya Ewropayê li New York li dar ketiye de, cextî li ser giringiya piştgiriya Yekîtiya Ewropayê ji pirosesa siyasî re û tekezkirina ku ti nûavakirin çênabe û ne jî siza ji holê rabin û nejî têklî bi rijêmê re asayî bibin, bêyî ku veguhestina siyasî li gorî biryarên navdewletî pêk werin, kir.
Û Serokê Desteya Danûstandinê ya Sûrî, birêz Mora han da li ser zêdekirina piştgiriya mirovî û ya perwerdeya sûriyan li Sûriyê û dewletên penaberiyê, û spasî arasteyî Yekîtiya Ewropayê li ser piştgiriya penaberên Sûrî kir.
Ji aliyê xwe ve Mora tekezî li ser berdewamiya siyaseta Yekîtiya Ewropayê ya piştgiriya gelê Sûriyê û pirosesa siyasî û doza gelê Sûriyê ji bo gihiştina dewleta azadî û dadweriyê kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî