Desteya Danustandinê ya Sûrî yaneyeke siyasî li navenda çandî li bajarê Ezazê li gundewarê Helebê bi hevkariya Yekîneya Encûmenên Xwecihî û amadebûna Serokê Desteya Danûstandinê Bedir Cemûs û Hevrêzkarê Ofîsa Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî li deverên rizgarkirî Necîb Rehmûn û endamên Hevbendiya Niştimanî Es’ed Elîto, Atif Zurêq û Ebdulmelik Ebûd li dar xist, her wiha hejmarek ji medyakar, mafnas û xwendekaran amade bûn.
Dawîtirîn pêşketinên siyasî di dosyaya Sûrî de û kêşeyên li pêşiya Desteya Danûstandinê ya Sûrî ji bo pêkanîna pêşketinê di proseya siyasî de û derfetên ku li ber destê wan hene gotûbêj kirin.
Û Serokê Desteyê Bedir Cemûs, di hevdîtinê de kurteşiroveyek li ser dawîtirîn pêşketinên siyasî û berdewamiya rijêma Esed di rêbaza xwe ya astengkirinê de û redkirina her çareseriyeke siyasî ya ku derdeseriyên gelê Sûriyê bidawî dike pêşkêş kir.
Û Camûs beşdarbûna ciwanan di pêvajoya siyasî de û pêdivî û pêşîniyên wan di paşeroja Sûriyê de û nêrîna wan ji çareseriya siyasî re gengeşe kir.
Û cextî li ser giringiya hiştina guhdana saziyên navdewletî bi doza Sûrî û rola ciwanan ya çalak di vê mijarê de, ji ber ku rola wan sereke û kartêker e, kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî