Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî di civîna xwe ya asayî ya xola 68an de, Hadî Elbehra wek Serokê nû yê Hevbendiya Niştimanî hilbijart.
Û Desteya Giştî Heysem Rehmê wek Emîndarê Giştî, û Ebdulmejîd Berekat, Dîma Mûsa û Ebdulhekîm Beşar wek Cîgirên Serok yên xola nû hilbijartin, her wiha hilbijartina 19 endamên Desteya Siyasî.
Û Civînên Desteya Giştî îro sibeha Sêşemê dest pê kirin, û di pêşî de dest bi pêşkêşkirina raporan derbarê kar û xebatên Desteya Serokatiyê û ya Siyasî û Deste, komîte û ofîsan bû, her wiha guftûgo li ser pêşhatên rewşa meydanî û siyasî pêk hatin, bi taybetî li ser tevgera aştiyane li Siwêda û daxwazên êlên ereb ên rojhilatê Ferêt ku herêmên xwe bi xwe birêve bibin, û serpereştiya milîsên PYDe li ser xwe nehêlin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî