Hevrêzkarê Ofîsa Sendîke û Yekîtiyan, Sekretêrê Desteya Siyasî, Ebdilmejîd Berekat, rapora karê Ofîsê li pêşiya Dsteya giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî di xola wê ya 68an de pêşkêş kir.
Û Berekat di raporê de giringî da berçavtirîn tiştê ku Ofîs ji destpêka damezrandina wê de beriya du salan pê rabûye, ji ber ku guhertinek mezin di dosya sandîka û yekîtiyan de di riya çareserkirina pirsgirêka dualîbûnê di dosya werzişa azad de re çêkir, bi avakirina Desteya Werziş û Lawan wek yek ji destekên Hikûmeta Sûrî ya Demkî û serpereştiya karên wê û amadebûna di civakên wê de û amadekariya avakirina Yekîtiyên Lîstikan piştî avakirina komîteyên cîbicîkar, her wiha rêxistinkirina desteyê ji qehremaniyên werzişî re.
Û Berekat diyar kir ku Ofîsa Sendîka û Yekîtiyan, avakirina sendîka û lidarxistina kongirên damezrênerî û civatên rolane berdewam kir, û karê Yekêtiyên Xwendekaran nemaze damezrandina Yekîtiya Xwendekarên Sûriyê yên Azad şopand, her wiha şopandina karên kombendên ciwanan di riya beşdariya di çalakî û civatên wan de re.
Û Berekat bal kişand ser ku vê şopandinê beşdarî di xurtkirina hevrêzkariyê di navbera Hevbendiyê û kombend û yekîtî û sendîkayan de kir, da ku bighêje bilindkirina asta hişyariya gel derbarê giringiya karê saziyan û rêxistinkirina karê civaka sivîl.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî