Desteya Siyasî di Hevbendiya Niştimanî Bo Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûrî de pênasînek li ser civîna Desteya Giştî ya dawî bo nûnerên Girupa Dostên Milletê Sûrî pêşkêş kir, û tekez kirin li ser lêvegeriya daxuyaniya Cinêvê di çi gotubêj û guftugoyên were de bi rejîma Esed re, bo gihiştina Desteya Fermandariyê bi deshilatin tekûz, bê Esed û hevalbendên wî yên fermandar, ta aramiyê li welat vegerînin û şerê Daişê bikin.
Di civînekê de ku Desteya Siyasî di Hevbendiya Niştimanî û Girupa Dostên Sûrî vê sibeha Çarşembê civand, tê de encamdanên xistina firokeya Rûsî, Kongirê Riyad yê were ku wê pêkhatiyên Hevrikiya Sûrî bo Yekirina Nerînê derbarê Pêşeroja Sûrî, û pêkanîna şandeke giftugoker ku nûnertiya Hevrkiya Sûrî bike hate kirin.
Nûnerê Tirkî li gel Hevrikiya Sûrî şîrovkirineke derbarê xistina Firokeya Rûsî ji hêla firokeyên Tirkî de duh piştî derbaskirina warê azmanî yê Tirkî pêşkêş kir, ji hêla xwe ve endamên Desteya Siyasî raporek ku ji alî yekîneyên Artêşa Sûrî ya Azad derbarê her du pilotên Rûsî ku xwe ji firokeya xwe avêtibûn hatibû pêşkêş kirin, û tiştê ku li pê wê rû dan, mîna wêrankirina hêzên Artêşa Azad ji firokeya Rûsî a ku li Gundewarên Laziqiyê danîbû, û têkbirina yeke dî.
Nûnerê Tirkî axaftina xwe bi berdewamiya welatê wî ji piştgiriya xwestekên Milletê Sûrî re tekez kir, herweha nûnerên Girupa Dostan tekez kirin ku ev bûyer wê israra civînkerên Viyêna li ser gihiştina çareyek siyasî û dadwer ku wê nerîn û hêviyên milletê Sûrî di azadiyê û rûmetê de pêk bîne.
Nûneran piştgiriya xwe ya tekûz ji Hevbeniya Niştimanî re bo rola wê di operasyoan siyasî de anîn ziman, û hêvî kirin ku alîkariya yekirina nerînên Hevrikiya Sûrî û danheva hêzên wan di Kongirê Riyad ê li ber lidarxistinê ye bike.
Jêder: Hevbendî