Fermanberiya Bobelat û Awarteyên Tirkiyê ya bi ser Serokatiya Wezîran ve, li bajarokê”Yayladaxî” ya Wilayeta Tatayî Başûrê Tirkiyê li Ser Sînorê Sûriyê dest bi danîna Kampeke nû kir.
Wilayeta Hatay û Fermanberiya Bobelat û Awarteyên Tirkiyê dest bi amadekirina Kampê li aliyê Tirkiyê kir. Alavên kar anîn ser Xaka ji bo Kampê terxankirî , beraber Gundê “Xirbet Elcoz” li aliyê Sûriyê, firehiya wê 200 donim e û dest bi rastkirina Xakê kirin ji bo Çadiran vegirin.
Di çend rojêm çûyî de gelek xelk ji Gundewarê Laziqiyê bi sedema êrîşên bejî yên hêzên Rêjîmê û bi piştgiriya hêzên Îranî û Çeteyên Hizbullaha tirorist û bi sîwaneke asmanî ya Rûsî ko êrîş dane ser Çiyayê Tirkiman û Kurdan derbider bûn.
Encûmena Parêzgeha Laziqiyê ragihand ewê Kampan ji bo Derbiderên ji ber Bombebarana Firokên Rûsî ya li ser Gundên Cebel Eltirkiman di rojên buhirî de reviyane ava bike.
Endamên Berevaniya Sivîl alîkarî ji bo Derbideran pêşkêş kirin û Çadirên wan li Gundên aram vegirtin, û ew li Çadiran belav kirin.
Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê doh di Kongirekî Rojnamevanî de diyar kir ko êrîşên dijminane yên Rûsî bûn sedema kuştina 550 kesî ji 2977 Sivîlan piştî buhirîna 53 rojan li ser destpêka êrîşan, her wiha hejmara êrîşên firokên Rûsî gihaye 2943 di nav de sê Dibistan û 14 Nexweşxane û Fabrîkên Dermanan û yên Xwarinê bombebaran kirine.
Hevbendî+Anadol