Serokê Tirkiyê Reeb Teyib Erdogan tekez kir ku welatê wî piştgirya artêşa Azad dike, ya ku “şer li dijî rijêmeke setemkar ji bo serxwebûna welatê xwe dike” li gor gotina wî.
Ev gotina Serok Erdogan hat di dema vekirina civîna komîteya herdemî ya Hevkariya Abûrî Û Bazirganî ya Rêxistina Kongirê Mislimanan” li bajarê Stembolê, û Erdogan behsa ketina firoka Rûsî ya duhî derbas bibû esmanê Tirkiyê kir.
Erdogan diyar kir ku hîç çeteyên rêxistina DAÎŞ ya terorîst li çiyayê Tirkumenan nîne, û got pêdivî nake em hev bixapînin, ku bitenê li çiyayê Tirkumenan Tirkumen dijîn ku ew mirov û birayên me ne, û rastî êrîşên firokên Rûsî dibin bi behaneya armanckirina DAÎŞê.
Erdogan dîsa amaje da ku wê navçeyek mirovî ya tenah dirust bike bi hevkariya Hevpemanan di navbera Cerablus û derya Sipî de, ji bona peydakirina derfertekê bo koçberên dixwazin vegerin welatê xwe , hevdem cext kir ku her aliyek piştgirya bizavên Tirkiyê neke di dirustkirina navçeya tenah de dibe hevpar di berpirsyaretiya kuştina 380 hezar bêgunehî de.
Jêder:Hevbendî