Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, civîna xwe ya xola normal a 60emîn, îro duşemê, li Stenbolê lidar xist, û behsa rewşên meydanî û leşkerî û pêşhatên pirosesa siyasî kir.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit, şiroveyek li ser giringtirîn bûyerên siyasî û meydanî û civat û hevdîtinên ku lidar xistine pêşkêş kir, û têde tekez kir ku çare li Sûriyê bi hebûna rijêma Esed ya tawanbar re tune ye, û cext kir ku daxwazên gelê Sûrî rûxandina vê rijêmê û sizakirina tevaya tawanbarên wê ye.
Û tekez kir ku ev helwesta neguhêr û diyarkirî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî ye, û dît ku çi daxwiyaniyên ku dixwazin vê helwestê sist bikin an berevajî wê xuya bikin, retkirî ne û nayên pejrandin.
Û Cîgirên Serok Ebdilehed Istêfo û Ebdilhekîm Beşar û Ruba Hebûş û Emîndarê Giştî yê Hevbendiyê Heysem Rehmê, raporên karên xwe û hevdîtinên siyasî û diplomasî yên ku bi dirêjiya herdû heyvên bûrî pê rabûne li pêşiya Desteya Giştî pêşkêş kirin.
Û Hevrêzkarên Rêvebiriyên Hevbendiya Niştimanî û ofîs û komîtyên wê raporên karên xwe berçav kirin, û bêhtirên dozên sûriyan li Sûriyê û derve, her weha karê rêvebiriyan ji bo kartêkerkirina pirosesa siyasî û cîbicîkirina biryarên navdewletî yên taybet bi karûbarê Sûriyê, gengeşe kirin.
Û Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Ebdilrihman Mustefa, rapora karê Hikûmetê û Wezaretên wê û çalakiyên Wezaretan li deverên rizgarkirî berçav kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî