Civatên Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, sibe roja yekşemê xola xwe ya 55emîn li gundewarê Helebê birê dikevin, û dê behsa girngtirîn pêşhatên meydanî û siyasî li ser asta navxweyî û navdewletî û xebatên Hikûmeta Sûrî ya Demkî û Encûmenên Xwecihî û rewşa penaber û derbideran bike.
Û Desteya Giştî dê li ser doseya lêpirsîn û lidûvçûna tewanbarên cengê di rijêma Esed de û xwestekên navdewletî yên vê dawiyê di vî warî de biaxive, her weha amadekariyên ji bo ahengên bîranîna dehemîn a şoreşa sûrî ya gewre yaku dê li bajarê Ezazê li deverên rizgarkirî lidar bikeve.
Û Wezîrên Hikûmeta Sûrî ya Demkî dê raporên kar û çalakiyên xwe yên dema bûrî pêşkêş bikin, her weha dê karê saziyên cîbicîkar yên Hevbendiya Niştimanî bê berçavkirin.
Û Endamên Desteya Giştî dê rewşa koçber û derbideran di kampan de û pêdviyên wan û rêyên dabînkirina tevaya wan pêdviyan û karê li ser çakkirina ketwarê sûriyan di riya guhdana bêhtir bi sazî û xizmetkariyên bo nişteciyan têne pêşkêşkirin gengeşe bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî