Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, pêşwaziya tevaya karên ji bo piştgiriya gelê Sûriyê dibin kir, ji bo hemberderketina bobelata ku rijêma Esed welat xistiyê di riya cenga xwe ya tewankarî ya bi dirêjiya salên bûrî berdewam e.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke rojnamevanî de duh li ser lotkeya sêqolî li Qeterê got ku tevaya Sûriyan dilaram dibin dema ku welatin bira û dost beşdariyê di çi destpêşxeriyê de dikin ji bo sivikkirina derdeseriyên wan û pêşkêşkirina alîkariyên hewarçûnê ji milyonên koçberkiriyan û derbideran re.
Û Hevbendiyê got ku tevlî ku em bawer in ku rola Rûsiya wêranker û astengçêker e li ser tevaya astan, û tevî sûrbûna Kirêmlin li ser piştgiriya rijêmê û beşdariya wê di kuştin û koçberkirinê de, baweriya me bi birayên me yên qeterî û tirk tê ku Karin karên xwe hevrêz bikin û beşdariyê bikin bi şêweyekî ku bercewendiyên gelê Sûriyê û yên wan li gor hev bin û nekeve xizmeta rijêmê li dijî sivîlan.
Û Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku nerîna me derbarê çareseriyê berê û niha û paşerojê jî dê bimîne li ser bingeha rewaya navdewletî, her weha li ser çi destpêşxeriya navdewletî yan bizavekê ji bo rizgarkirina gelê Sûriyê ku armanca wê bicîanîna biryarên navdewletî be, û tewankarên cengê siza bike û ruhanebûna wan ji cezayan dabîn bibe, di heman dema karê ji bo veguhestina welat ber bi rijêmeke siyasî ya sivîl li gor daxwiyaniya Cinêvê û biryara Encumana Ewlekariyê 2254.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî