Deteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî civînên rola 52yemîn bidawî kir, di civêînê de Endamên Desteya Giştî dawîtirîn pêşhatên siyasî û meydanî gengeşe kirn, û raporên karê Desteya Serokatiyê û ya Siyasî û Ofîs û Rêvebirî û Komîteyan temaşe kir.
Û Serokê Hevbendiya Niştmanî D. Nesir Elherîrî, şiroveyek berfireh pêşkêş kir, tê de li ser rewşa siyasî û pirosesa siyasî û nerînên Hevbendiyê û tiştên ku herdû heyvên borî de pê rabûye axivî, û behsa bêtara koronayê û rola Hikûmeta Sûrî ya Demkî tê de û bêçariya rijêmê di rûbirûbûna bêtarê û kiryarên milîsên PYD yên terrorist dermafê sivîlan û karê ku komîteya Elcezîre û Elferat pê radibe kir.
Û Serokê Hevbendiyê bal kişand ser rewşa li başûrê welêt û bûyer û operasyonên kuştin û revandin û gurkirina nakokiyên tolhildanê li wê deverê, û hewldanên çandina fîtneyan di navbera deşt û çiyê de, û karê ku “Komîteya Başûrê Cêwî” pê radibe, her weha karê berdewam ji bo pêwendiyê li gel çalakiyên her sê parêzgehan daku li hember wan hewildanên metirsîdar û xapîner.
Û Serokê Hevbendiyê tevaya karên ku Hevbendîyê di dema borî de pê rabûye di bin navnîşana wergirtina rewaya rasteqîn ji aliyê beşên gelê Sûrî di riya pêwendiyeke berfireh re, û li gel cûrbecûr pêkhat û çalakiyan, û lidarxistina civînên girîng li gel komeke mezin ji partî û komeleyên siyasî, û bidawîkirina gera yekem ya hevdîtina şêwirdarî, û hevdîtinên li gel pêkhatên Hevbendiya niştimanî anî ziman.
Û Serokê Hevbendiyê li ser rêya pirosesa siyasî û gera Cinêvê ya dawîn axivî, û tekez kir ku rijêm di hewildanên paşxistin û revê de berdewam e, her weha nebûna biryara navdewletî ya kartêker yaku dihêle biryarên rewa yên navdewletî li ser rijêmê bisepîne û nemaze biryara 2254.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî bêhtirê dema roja yekemîn ji civînan bo rapora Serokê Hikûmetê û Wezaretên Hikûmetê li ser karên pê rabûne û her weha dijwariyên rastî karê wan tên, û pêşketinên di qadên avakirina Artêşa Niştimanî de, û avakirina polîs û dadweriyê terxan kir.
Û Desteya Giştî guhdarî rapora Yekîneya Hevrêziya Pişrgiriyê û karên mezin yên ku pê radibe guhdarî kir, her weha li ser karê sendoqa qerzdanê û ya dexl û dan, û li ser serkeftin û astengiyan rawestiya.
Û civîngeran di roja duyemîn ji civînên Desteya Giştî, rewşa siyasî û meydanî û raporên ofîs û rêvebirî û komîteyan û karê di dema bûrî de gengeşe kirin, û Serokê Desteya Danûstandinan ya Sûrî şiroveyek berfireh li ser rêya karê desteyê û pêşketina wê û hejmarek ji pêşniyarên girîng derbarê pirosesa siyasî û tiştên rastî wan tên pêşkêş kirin.
Û Serokê Hevbeş yê Komîteya Destûrî, Hadî Elbehra, şiroveyek tekûz li ser karê Komîteyê û hevdîtina dawîn li Cinêvê, û dan û sitandina erênî ya Komîteya girêdayî desteya danûstandinê li gel nerînê Netewên Yekbûyî û Şanderê Navdewletî pêşkêş kir, her weha girîngiya lihevhatinê li ser xiştekara nîşankirî yaku dihêle rijêm û şandê rijêmê pê pabend bin, û danîna sînorekî ji paşxistinên ku rijêm çêdike re.
Û Desteya Giştî komek ji biryar û temîniyan û nerîna niştimanî û nûkirina gotara niştimanî, û berdewamiya di pêwendiyan de li gel cûrbecûr çalakiyên Sûrî û çespandina pişikdariyê di komek ji pêngavên pêwîst de derxistin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî