Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, D. Nesir Elherîrê, pêşwaziya komek ji nivîskar û lêkolîner û kesayetên warê ragihandinê yên Tirkî yên xwedî bandor û cihê wan libal raya giştî li Tirkî hene kir, bi armanca pêşxistina derfetên hevkariyê li gel ragihandina Tirkî û şirovekirina doza Sûriyê, û veguhestina wêneyê rasteqîn ê Sûriyên li Tirkiyê bo raya giştî ya tirkî.
Û di civînê de Serokê Hevbendiya Niştimanî, D. Nesir Elherîrî, û Cîgira Serok Ruba Heboş, û Emîndarê Giştî Abd Albaset Abdullatif, û Serokê Hevbeş ê Komîteya Destûrî ya Sûrî, Hadî Elbehra, û Endamê Desteya Siyasî Balyozê Hevbendiyê li Tirkiyê, Nezîr Elhekîm, û Hevrêzkarê Ofîsa Revendan Mihemed Yehya Mektebî, û Endamê Desteya Siyasî Ebdulmejid Berekat, û Endamê Desteya Giştî, Yosif Mehlî, amade bûn.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî Şiroveyek derbarê rewşa meydanî û siyasî li Sûriyê pêşkêş kir, û li ser berdewamiya rijêma Elesed û piştgirên wê di wêrankirina welêt de axivî, her weha redkirina rijêmê ji pejrandina çi awayî ji awayên çareya siyasî û cîbicîkirina biryarên navdewletî bi awayekî temamî û di pêşî de biryara 2254.
Û Serokê Hevbendiyê li ser têkliya kûr di navbera herdû gelên Sûrî û Tirkî de , berê û niha û di pêşerojê de axivî, û tekezî li ser têkliya sitratîcîk û girîng a herdû aliyan kir, û got ku gelê Sûriyê tucarî kesên li kêleka wî rawestiyane di şerê li dijî rêxistinên terrorist, û alîkariya mezin bo gihîştina agirbestê li parêzgeha Idlibê kirine, ji bîr nake.
Û amadebûyan ketwarê Sûriyan li Tirkiyê û karê Komîteya Sûrî-Tirkî ya Hevbeş ya ku li ser pirsgirêkên wan radiweste, û alikariyê bi wan re dike ji bo tevî civakê bibin gengeşe kir, her weha karên ku Komîte li ser asta rûniştina yasayî ya Sûriyan berçav kirin.
Û Elherîrî eşkere kir ku Sûrîyên li Tirkiyê derdeseriya bidestxistina belge û pasportan ji balyozxana rijêmê dikşînin, û ev yek hewcedarî çareyeke ji kok de ye, daku nehêlibin rijêm sûdeya darayî ji wê pirosesê bibîne, û di cenga xwe ya dijî gelê Sûrîyê de bikar bîne, û tekezî li ser pêwîstiya şerê li hember riklamên şaş li Tirkiyê kir, û pêwîstiyê bidin ser ezmûnên hevbeş di navbera civaka Sûrî û ya Tirkî de.
Û Serokê Hevbendiyê diyar kir ku rijêma Elesed di çêkirin û hembêzkirina rêxistina PKK ya terrorist ji destpêkê de alîkar bû, ji ber ku rayedarê rêxistinê Ebdellah Ocelan, li Şamê dijiya, û tevgera wî bi temamî li wir azad bû, û got ku ev tê wê wateyê ku destê rijêma Elesed di kuştina zêdetir ji 40 hezar welatîyên Tirkî de heye, yê ku cane xwe jidest dane ji ber operasyonên terroristî yên vê rêxistinê pêkanîne.
Û Elherîr cextî li ser pêgiriya Hevbendiya Niştimanî bi yekîtiya xaka Sûriyê kir, û dît ku ew xêzeke sor e, û bal kişand ser ku ew tevaya şaxên rêxistina PKK ya terrorist û kiryarên wan li Sûriyê red dike, û tekez kir ku binpêkirin û tewanên ku ev rêxistin dermafê Sûriyan dike, di pêşî de dermafê kurda pêkanîne.
Û Elherîrî diyar kir ku kurd nûnerin di Hevbendiya Niştimanî û di Desteya Danûstandinên Sûrî û di Komîteya Destûrî ya Sûrî de, di riya Encûmana Niştimanî ya Kurdî û Komeleya Kurdên Serbixwe, û kesayetên niştimanî yên Kurd re, û tekezî li ser guhdana Hevbendiya Niştimanî bi têkliya li gel kurdên Sûrî wek hevparekî bingehîn di dariştin û çêkirina pêşeroja Sûriyê de kir.
Û Serokê Hevbeş yê Komîteya Destûrî ya Sûrî, Hadî Elbehra, li ser pêşketina karên komîteyê û encamên gera sêyemîn ji xebatên komîteyê yên di dawiya heyva borî de bidawî bûye axivî.
Û Emîndarê Giştî Abd Albaset Abdullatif, şiroveyek li ser ketwarê Sûriyên li Tirkiyê û karê Komîteya Sûrî- Tirkî ya Hevbeş di çarekirina pirsgirêkên wan û alîkariya bo tevlîbûna wan di nav civakê de pêşkêş kir, her weha li ser xebatên komîteyê li ser asta rêxistinkirina rewşa yasayî ya Sûriyan pê rabûye axivî.
Û Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî Ruba Heboş, behsa ketwarê jina Sûrî û rola wê di şoreşa sûrîyê de kir, û herweha tekezî li ser rola jinan di daraştin û çêkirina pêşeroja Sûriyê de kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî