Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî civatên xola 64emîn ên ku li Stanbolê di 17-18 Cotmehê de li dar ketin bidawî kirin, û têde giringî da rewşa meydanî li gundewarê Helebê, û di daxwiyaniya dûmahiyê de daxwaza rawestandina dijminkariya Heyet Tehrîr Elşam HTŞ ya terorîst li ser deverên rizgarkirî kir, û encamên nerênî yên mezin yên ku dê bighînin şoreşa Sûriyê, eger pevçûn di nav şaxên leşkerî de berdewam bike, an HTŞ deverê kontrol bike eşkere kirin, û cextî li ser retkirina hebûna HTŞ li herêma operasyonên Mertalê Feratê û Çiqlê Zeytûnê kir, û tekezî li ser piştgiriya tevgera sivîl li deverên rizgarkirî kir.
Û Hevbendiya Niştimanî hişmendiya şoreşgerî ya xelkê û miqatebûna wan li deverên rizgarkirî di rêya xwepêşandanên gelêrî re bilind nirxand, û got ku ew hişmendî riya şoreşê rast dike, û geşbûna giyanê şoreşgerî li bal xelkê diçespîne, tevî kêşe û fişarên ku têde dijîn.
Û Desteya Giştî diyar kir ku qiblenimaya Hevbendiya Niştimanî daxwazên gelêrî ne, yên ku xelkê me li Sûriyê banga xwe bo wan bilind kirine, û Hevbendî dev ji ti pirensîpên şoreşgerî yên ku xelkê bilind hildane bernade.
Û civatên Desteya Giştî bi axaftina Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit dest pê kirin, û têde şiroveyek li ser çalakiyên xwe yên vê dawiyê pêşkêş kir, tevî gera Şandê Hevbendiyê bo New York û Waşintonê û zincîra civînên ku ji bo gotûbêjkirina pêşhateyên dosya Sûriyê li ser asta navdewletî li dar xistine, û ji civatê re rewşa giştî ya deverên rizgarkirî li pey serdana xwe ya piştî vegera ji Emerîkayê zelal kir.
Û Serok amaje bi wê yekê kir ku şandê Hevbendiyê danûstandinên navdewletî û erebî di riya civînên ku lidarxistine re erênî dîtin, û di wan hevdîtinan de dewletên xwedî-bandor pabendbûna xwe bi biryara navdewletî ya 2254 û pêwîstiya asayînekirina têkliyan bi rijêma Esed re tekez kirin.
Û di pey re Cîgirên Serok û Emîndarê Giştî şiroveyên xwe pêşkêş kirin û têde raporên karên du heyvên bûrî diyar kirin.
Û Desteya Giştî raporên Hikûmeta Sûrî ya Demkî û Desteya Danûstandinê ya Sûrî û Komîteya Destûrî û Yekîneya Hevrêzkariya Piştevaniyê her weha raportên Rêvebirî û Ofîs û Nûneratiyan temaşe kirin.
Û Serokê Desteya Danûstandinê ya Sûrî girîngtirîn pêşhatên pêvajoya siyasî û encamên civatên Desteyê û hevdîtinên kartêker di dosiya Sûriyê de di gera ku Desteya Danustandinê li New Yorkê li dar xistiye de berçav kirin.
Û civîngeran dosya mirovî, ketwarê meydanî, û rewşa leşkerî li deverên rizgarkirî di nav de berdewamiya gurkirina Rusya dijî sivîlan li gel berdewamiya bombebarankirina rijêmê û milîsên wê û ketwarê ewlekarî û aloziyên vê dawiyê li herêmên rizgarkirî gengeşe kirin.
Û amadebûyan tekezî li ser berdewamiya çaksaziya navxweyî kirin, bi taybetî di Artêşa Niştimanî de, û karê li ser pêşxistina nêrînekê ji bo pergalkirina Artêşa Niştimanî û polîsên sivîl û leşkerî û saziyên dadweriyê, û ev yek jî di bin sîwana pirojeyeke niştimanî ya şoreşgerî de be, ya ku Hikûmeta Sûrî ya Demkî dê serperiştiya wê bike, daku daxwazên gelê Sûriyê di azadî, rûmet, dadmendî û demokrasiyê de pêk werin.
Û li ser asta mirovî, amadebûyan giringiya pêşkêşkirina alîkariyên mirovî yên bêhtir ji bo ku koçber karibin zivistana dahatî derbas bikin, nemaze li kampan, gotûbêj kirin, û tekezî li ser pêwîstiya berdewambûna alîkariyên mirovî li seranserî sînor û giringiya dîtina mîkanîzmayekê ji bo gihandina alîkariyan dûrî bikaranîna siyasî ji vê dosyê re ya ku Rusya bi awayekî dubare dike kirin.
Û di warê siyasî de civîngeran tekezî li ser giringiya pirkirina hewildanên sûdewergirtina ji qeyranên ku Rusya, Îran û rijêma Esed têre derbas dibin, û pêkanîna fişarên zêdetir li ser dewletên xwedî-bandor di proseya veguhestina siyasî de li gorî planeke demnaskirî kirin.
Û civîngeran biryara Encûmena Mafên Mirovan di rûniştina xwe ya 51emîn de yaku têde amaje kiriye ku Sûriya dewleteke ne ewle ye, û rijêma Esed di ber bidehhezaran binçavkiriyên kotekî û kesên winda û girtiyan li Sûriyê berpirsyar dît, gengeşe kirin, û li ser awayên fişara bêtir ji bo şermezarkirina rijêma Esed û karê ji bo pêşdebirina dosya sizakirinê li ser tawanên rijêmê axivîn.
Û beşdar li ser rola erênî ya dewletên ereb yên ku normalkirina têkliyan bi rijêma Esed re red dikin axivîn, û pesnê helwestên piştgiriyê yên bira û dostan dan.
Û kesên amade tekezî li ser giringiya kirina karên zêdetir kirin, di rêya hevdîtinên siyasî û civatan re, ji bo piştgirîkirina proseya veguhestina siyasî li gorî biryara Encûmena Ewlekariyê 2254 (2015) û pêwîstiya avakirina helwesteke navdewletî ya ku rijêma Esed rawestîne û pêvajoya siyasî di çarçoveya demeke diyarkirî de misoger bike, gotûbêj kirin.
Û civîngeran cextî li ser pêwîstiya berdewamiya fişaran li ser saziyên navdewletî kirin ji bo nehêlana vegerandina penaberên Sûrî ji Libnanê, di dema berdewamiya pilansaziya Hikûmeta Libnanê di warê vegerandina penaberan berve deverên di bin kontrola kesê ku sedema koçkirina wan bû, di riya kuştin û girtin û bombebarankirinê re.
Û di civînê de amadebûyan behsa şoreşa gelê Îranê li dijî rijêma melayan kirin, û piştevaniya xwe ya tam jêre diyar kirin, ji bo ku gelê Îranê ji rijêma serkutkirinê rizgar bibe, û gelê Ereb û gelên deverê ji teror û kiryarên wêrankirinê yên milîsên ku ev rijêm sponseriya wan dike rizgar bibin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî