Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, îro Duşemê, 66emîn civîna xwe ya rolane li dar xist, û têde pêşhatên rewşa meydanî û siyasî di dosya Sûriyê de bi taybetî rewşa dijwar ya mirovî ji ber erdheja wêranker li deverên rizgarkirî li bakurê Sûriyê û hewldana rijêma Esed ku vê tirajîdiyê bo pêkanîna qezencên siyasî bikar bîne, gotûbêj kir.
Û Desteya Giştî li ser hewldanên asayîkirina têkliyan yên berdewam bi rijêma Esed re axivî, û raportên ofîs, rêvebirî, komîte, deste û saziyên cîbicîkar yên girêdayî Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî berçav kirin.
Û Desteya Siyasî di 12emîn salvegera destpêkirina şoreşa Sûriyê de, pesnê xweragiriya gelê Sûriyê û rijdbûna wî li ser armancên wî da, û tekezî li ser pabendbûna bi piransîpên şoreşa Sûrî heta pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê di azadî, rûmet û demokrasiyê de kir.
Û Desteya Giştî pêla asayîkirina têkliyan bi rijêma Esed re şermezar kir, û dît ku ew gaveke şaş e, ji ber ku hewildanên nûkirina vê rijêmê weke pejrandinê ji tawanên wê yên hovane re ye, û çirayeke kesk e da ku di dijminkariya xwe ya dijî gelê Sûriyê de berdewam bike, ji ber ku herkes dizanin rijêma Esed ji sala 2011an de tawanên kîmawî û komkujî û girtin û îşkencekirina ta mirinê pêk anîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya