Desteya giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê civînên xwe yên xula 31 li Stembolê li herdu rojên 4-5 adarê li bargeha Hevbendiya Niştimanî lidar xistin. Di heman dema kawdan û baredoxên dijwar yên şoreşa Sûriyê têde dijî, hevdem ligel bizavên navdewletî yên li NY dibin, ji bo pêkanîna veguhestina siyasî li Sûriyê.
Ji aliyê desteya giştî ya Hevbrndiyê encamên kongirê Cinêv ya bi amadebûna şanda danustandinkar hatin gengeşekirin, tevî gengeşekirina amdakariyên kongirê Astana yê bê, û sazkirina hevdîtinekê bi şandê re berî çûna wê ji bo gengeşekirina mijarên serekî yên pêwîst e bên aktîvkirin, nemaze pabendiya hêzên Esed bi agirbestê û serbestberdana girtiyan û rakirina dorpêçê.
Desteya giştî û bi amadebûna serokê hikûmeta demkî Cewad Abû Heteb, rola hikûmetê û astengiyên tên li pêşiya karê hikûmetê gengeşe kirin, û biryar hat dan li ser berdewamiya piştgiriya hikûmeta demkî ji bo pêşkêşkirina xizmetgozariyan bo tevaya xelkê Sûriyê.
Herwiha desteya giştî civîna xwe ji bo gengeşekirina aliyên rêxistinî yên pirojeyê pirogramê çaksaziya Hevbendiyê berdewam kir, nemaze karê ji bo pêşxistina bernameya siyasî, bi awayê ku bigunce ligel guherînên doza Sûrî di qonaxa bê de, û dupatkirina rêbaza kartêkirina Hevbendiyê bo xwe kirî pêrew bo pêwendiyên xwe ligel hêz û kesayetiyên ciyawaz yên kar di qada niştimanî de dikin, yên siyasî û sivîl û leşkerî, û pêşvebirina têkiliyan ligel wan û hewldanên ber bi aktîvkirina seqayên herêmî û navdewletî yên derbarê kêşeya Sûriyê, û ji bo nêzîkirina karvedana erênî ligel şoreşa Sûriyê û doza wê.
Herwiha desteya giştî tekez kir ku Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê, wê pabend bimîne bi piransîpên şoreşa Sûriyê re, û wefdar ji xwîna şehîdan û qurbaniyên xelkê Sûriyê yên mezin re, ji bo bidestxistina rûmet û azadiyê û avakirina dewleta dad û yasa û demokratiyê.
Jêder: Ofîsa ragihandina Hevvendiya Niştimaniya Sûriyê