Desteya Jina Sûrî, rûniştineke diyalogî li gel hejmarek ji jinên gundewarê Helebê lidar xist, ev kar li gel helmeta ku Netewên Yekbûyî ragihandiye tê, yaku dê 16 rojan bi çalakiyên girêdayî roja navdewletî ya hilanîna tundiya dijî jinê berdewam bike.
Û amadebûyan di rûniştinê de, li ser sedemên tundiya dijî jinê axivîn, û cureyên tundiya ku dijî jinan li Sûriyê pêk tên gengeşe kirin.
Û amadebûyan tekez kirin ku yek ji mezintirîn sedemên tundiya dijî jinê li Sûriyê, tewanên berdewam ên ku rijêma Esed ji deh salan de pêk tîne ne, û bal kişandin ser ku piştguhkirina cîhanê ji tewanên rijêmê re û nekarîna sizakirina wê, hişt ku welat bibe yek ji mezintirîn cihên ku têde tundî dijî jinan bikar tê.
Û Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ruba Hebûş, tekez kir ku Desteya Jina Sûrî bizavê ji bo parastina jinan ji tevaya awayên tundiyê li Sûriya dike, û divê yasa wan biparêze, û kesên tundiyê dijî jinê bikar tînin sizayê bibînin, û mafên wan di dewleta dad û yasayê de misoger bibe.
Û rahênera ku di rûniştina diyalogî de beşdatî kiriye, endama Desteya Jinê, Sundis Fulfule, tekez kir ku nehêlana tundiyê dijî jinê li Sûriyê bi rizgarbûna ji rijêma Esed ve girêdayî ye, yaku jin weke alavekê bikar aniye, di riya sepandina tundiyê dijî jinê û girtina wê re, weke fişarekê li ser xwediyên wê, û rijêmê hemû cûreyên tundiya rêbazkirî dermafê jinê pêk anîne.
Tê zanîn ku Netewên Yekbûyî dest bi helmetekê di bin navnîşana ” Bo Hilanîna Tundiya Dijî Jinê, Bi yek bin ” hevdem li gel roja cîhanî ya Hilanîna Tundiya Dijî Jinê kiribû, û ew destpêşxerî dê 16 rojan bi çalakiyan bidome, û dê çalakî di bîranîna Roja Cîhanî ya Mafên Mirovan de ya ku dikeve 10 kanûna pêşî de bidawî bibin, û armanc ji helmeta ku bi rêvebiriya Emîndarê Giştî yê Netewên Yekbûyî û Desteya Jinê ya Netewên Yekbûyî ji sala 2008an de lidar dikeve, daku nehêlin tundî dijî jin û keçan pêk were, û li seranserî cîhanê tundiya dijî jinê bête hilanîn, û helmet daxwaza standina rêşûnên cîhanî bo bilindkirina asta hişyariyê dike, û vê daxwazê bo pêkanîna armancê xurt bike, û derfetê bidin ku tevaya astengiyan gengeşe bikin û çareyan ji wan re bibînin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî