Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, civîna xwe ya rolane bi amadebûna Serokê Hevbendiyê Salim Elmislit û Cîgirên Serok û Emîndarê Giştî lidar xist, û behsa pêşhatên rewşa meydanî û siyasî li Sûriyê kir.
Û amadebûyan penorameya bûyerên hefteyî li ser asta herêmî û navdewletî û bandorên wê li ser doseya Sûriyê berçav kirin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî û Cîgirên Serok şiroveyek li ser tevaya hevdîtin û pêwendiyên ku di hefteya bûrî de li gel nûnergehên navdewletî û diplomatîk yên dost û bira pê rabûne pêşkêş kirin.
Û Komîteya Şopandina Biryara Dubarekirina Polîsê Navdewletî (Entirpol) kartêkerkirina Ofîsa xwe li bal rijêmê rapora karê xwe li pêşiya Desteya Siyasî pêşkêş kir, û têde li ser hevdîtin û pêwendiyên xwe bo rawestandina kar bi wê biryarê axivî.
Û Ofîsa Saziyên Civaka Sivîl ya Hevbendiyê rapora karên xwe berçav kir, û amadebûyan giringtirîn pirsgirîkên li deverên rizgarkirî li vê dawiyê peyda bûne nemaze çapkirina rêbazên xwendinê gengeşe kirin.
Û di dawiya civatê de amadebûyan hejmarek ji pêşniyar û temînî bo pêşxistina kar li ser asta navxwe ya saziyan û amadekariyên ji bo qonaxa dahatî re û rûbirûbûna astengiyên siyasî yên dibe ku peyda bibin pêşkêş kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî