Desteya Jinê ya Sûrî bi hevkariya Yekîneya Piştgiriya Aramiyê li bajarê Rihayê, rahênaneke siyasî du rojan ji bo jinên Sûrî li ser rêyên siyasî, sîstemên hikumdariyê, şêweyê dewletê û pirrengiya partiyan li dar xist.
Û Hevrêzkarê Ofîsa şêwirdariyên Stratejîk di Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de Ehmed Tuhmê û pisporê Yasayî û Destûrî D. Ebdulhemîd Awak bi amadebûna Cîgira Serokê Hevbendiyê Seroka Desteya jinê Rûba Hebûş û endama Hevbendiya Niştimanî ya kutleya Encûmena Niştimanî ya Kurd Perwîn Remî di rahênanê de beşdar bûn, ji bilî 20 jinên çalakvan yên li Rihayê dijîn, û yên di nava komên jinan de dixebitin û bi karûbarên gel re didin û distînin.
Û Tuhmê şiroveyek hûrgilî li ser rêyên pêvajoya siyasî ji destpêka wê û vir ve de û xalên wê yên bingehîn û veguhertinên ku têde çêbûne pêşkêş kir, û jinên rahêner nerîn û pirsên xwe nîşan dan, û rahênan berdewa bû û diktor Ewak li ser sîstemên desthilatdar yên cîhanê, pirrengiya partî û siyasî û mîkanîzmên xebatê têde ji bilî kêşeyên civakî û siyasî yên li pêşiya jiyana demokratîk rave kirin.
û Hebûş li ser girîngiya rola jinên Sûrî û fedekariya wan ya ku bingeheke sereke ye di şoreşa azadî û rûmetê de axivî, û kurteşiroveyek li ser perwerde û workşopên ku ji aliyê Desteyê ve hatine lidarxistin û têde jinên çalak li Tirkiyeyê û deverên rizgarkirî ji bo pêşxistina cihê wan di jiyana siyasî û civakî de berçav kir.
Û ev rahênan di çarçoveya plana stratejîk ya Desteyê ji bo jinên Sûriyê û komkirina hêz û şiyanên wan û xurtkirina wan di xebatên di warê karûbarên giştî de da ku wan bigihîne cihên biryardanê tê, ji bo ku karibin rola xwe ya rasteqîn û kartêker di pêkanîna veguhestina siyasî û avakirina Sûriya paşeroj, dewleteke dadperwer, welatîbûn û mafan pêşkêş bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî