Hevserokê Komîteya Destûrî ya Sûrî Hadî Elbehra û Sekreterê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdulmejîd Berekat li bajarê Rihayê yê Tirkiyê beşdarî civîneke diyalog û gotûbêjên siyasî bûn, yaku ji aliyê Yekîneya Piştevaniya Aramiyê ve li ser pêşhatên siyasî, herêmî û navdewletî û bandora wan li ser pirsa Sûriyê lidarketiye, û hejmarek ji çalakvanên Sûrî û kesên ku bi karûbarên siyasî ve mijûl amade bûn.
Û amadebûyan pêşhatên proseya siyasî li gor biryara 2254 û encam û kêşeyan û bijardeyên opozîsyona Sûrî li gor pêşhatên siyasî yên cîhanî gotûbêj kirin.
û encamên piroseya siyasî bi giştî û piroseya destûrî bi taybetî û berdêl û çareseriyên li bal opozisyona Sûrî di dema xitimandina siyasî û astengiyên li pêşiya piroseya destûrî de gengeşe kirin.
Û Elbehra piroseya siyasî ji destpêka wê ve û bûyerên ku têde derbas bûne û berdewamiya rejêma Esed di redkirina her proseyeke siyasî bi piştevaniya Îran û Rûsyayê berçav kir, û li ser gerên Komîteya Destûrî ya Sûrî û sedemên rawestandina wê ya vê dawiyê axivî.
Ji aliyê xwe ve Berekat behsa helwesta Hevbendiya Niştimanî li ser piroseya siyasî kir, û tekez kir ku helwesta Hevbendiyê neguhêr e tevî ku hin nermbûnî di vê qonaxê de tê xwestin, lê bêyî ku nîzîkî bingeha wê bibin, an dest ji pirensîpên şoreşa Sûrî û daxwazên gelê Sûriyê di azadî, rûmet û demokrasiyê de berdin.
û cextî li ser giringiya zelaliya li gel kolana Sûriyê daku rê li pêşiya gotegotan bigrin kir, û behsa plana çaksaziyê ya ku Hevbendiya Niştimanî pê rabûye û temamkirina nûnerên sendîka, yekîtî û komeleyên ciwanan kir, û tekez kir ku ev yek ji bo bilindkirina nûneratiya hemû pêkhateyan e di hundirê Hevbendiya Niştimanî de.
Û kar û xebatên Hikûmeta Sûrî ya Demkî û hewildanên mezin yên ku ew dike ji bo ku saziyên wê li deverên rizgarkirî karibin bigihêjin rêveberiyeke hişmend berçav kir.
Û Beşdaran tekezî li ser berdewamiya hevdîtinan û hevrêziya hevbeş û pabendbûna bi piransîpên şoreşa Sûriyê bo pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê di azadî, rûmet û demokrasiyê de kir, her weha rijdiya li ser lêpirsîn û sizakirina tawankarên ku di dema bûrî de tawanên cengê dijî gelê Sûriyê bi salan pêk anîne, weke parçeyekî bingehîn ê çareseriya li Sûriyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî