Serokê Hevbendıya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit îro duşemê bi Nûnerê Wezareta Derve ya Tirkiyê li Hatayî Devrîm Ozturk re civiya, û pê re li ser rewşa sûriyan di Îyaletan de axivî, û tekezî li ser pêwîstiya ku peywendiyên biratî di navbera gelên Sûriyê û Tirkiyê de bên parastin û sizakirina çi dijminkariyê bibe daku nehêlin çi tawanên nû pêk werin kir.
Û di hevdîtinê de endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiyê Selîm Edrîs amade bû, û Elmislit bal kişand ser wê yekê ku peywendiya di navbera gelê Sûriyê û gelê Tirkiyê de kevn û bi kok e, û ew têkiliyeke kûr e û ti kes nikare jihev bixe, û Tekezî li ser giringiya danasîna reftarên şaş ên kesan û ku ew tawan nekeve stûyê komekê bi tevahî kir.
Û cext kir ku Sûriyên li Tirkiyê baweriya xwe bi dadweriya Tirkiyê tînin, ya ku dê bi rêşûnên guncaw ji bo sizakirina tawanbarê ku ciwanê Sûrî Faris Elelî kuştiye rabe.
Ji aliyê xwe ve balyoz Devrîm Ozturk tekez kir ku polîs bi erkê xwe rabûn, û ku dadweriya Tirkiyê jî dê bi erkê xwe ji bo ku rê li pêşiya van tawanan bigere rabe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî