Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit îro Duşemê beşdarî di merasîma şuştin û sersaxiya ciwanê Sûrî Faris Mihemed Elelî li Îyaleta Hatayî ya dewleta Tirkiyê kir.
Û Elmislit di dema oxirkirina ciwanê Sûrî de peyvek xwend, û têde tekez kir ku êş mezin e li gel mirina Faris Elelî û sersaxî bo malbat û dostên ciwan pêşkêş kir, û ji Xwedayê mezin xwest ku rehma xwe lê bike, û binfirehî û hedanê bide malbata wî.
Û Elmislit tekez kir ku sizakirina êrîşkeran weke rêgiriyekê ye ku rê li ber rûdana her tawanekê dijî bêguneh digire, û nahêle her kesê ku hewl dide gotubêjekê di civakê de derxîne daku tenê xizmeta aliyên ku hewl didin ku nakokiyan derxînin bike, û bal kişand ser ku Sûrî li ser parastina peywendiya biratî bi gelê Tirkiyê re miqatene.
Tê zanîn ku temenê Şehîdê ciwan 18 salî bû, û berî du rojan piştî êrişa hovane ya komek sûcdar ya ku ji aliyê polîsên Tirkiyê ve li bajarê Antakyayê hatibûn girtin û bo dezgehên dadwerî yên pispor hatin veguhestn, jiyana xwe ji dest dabû.
Û Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu di riya telefonê re bi malbata ciwan Faris Elelî re axivî, û sersaxiya Serokomar Recep Tayîp Erdogan gihandin wan, û di bangewaziya xwe de tekez kir ku rayedarên ewlehiyê ji bo şopandina dozê û pêkanîna dadweriyê karê xwe didomînin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî