Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Ebdulrehman Mustefa û hevrêzkarê ofîsa Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî li deverên rizgarkirî Necîb Rehmon di merasîmeke xelatkirina xwendekarên di bawernameyên navencî û duwenavencî de serkeftine û Wezareta Perwerde û hînkirinê di Hikûmeta Demkî de li gundewarê bakurê Helebê pê rabûye beşdarî kirin.
Û di ahinga xelatkirinê de Hejmarek ji Wezîrên Hikûmeta Sûrî ya Demkî û kadroyên rêvebirî û perwerdeyî, tevî xwendekar û malbatên wan beşdar bûn.
Û Serokwezîr Ebdulrehman Mustefa xwendekarên serkeftî xelat kirin, û tekez kir ku ev serwerî rijdiya lawên şoreşa Sûrî nîşan dide ku bêhtir hîn bibin û di şerê rêjîma Esed de ya ku hewl dide ku nifşên Sûriyê yê dahatî di nezaniyê de bihêle berdewam bin.
Û Rehmon di axaftina xwe de pîrozbahiyên Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit û endamên Hevbendiya Niştimanî gihandin xwendekarên serkeftî, û spasî bo kadroyên rêvebirî û perwerdeyî li deverên rizgarkirî û Hikûmeta Demkî pêşkêş kir.
Û Rehmon şanaziya xwe ya mezin bi xwendekarên serkeftî anî ziman, yê ku karîbûn rûbirûyî dijwarî û zehmetiyan bibin, û pileyên herî bilind di xwendina xwe de werbigrin, û dît ku her serkeftinekê pêk tînin ew serkeftina şoreşa Sûrî ya gewre ye, û serkeftina ev welatî ye, yê ku li benda avadankirin û vejîna zêdetir e piştî wêrankirina welêt ji aliyê rijêma Esed û milîsên wê ve.
Û Rehmon tekez kir ku ev serkeftina destpêka serkeftinên paşerojê ye, û got ku xwendekarên serketî gencîneya şoreşa Sûriyê ne, û ciwanê xwende û rewşenbîr ew e yê ku dê rola xwe di avakirina Sûriyê de yaku hemû Sûrî dixwazin dûrî rijêma Esed hebe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî