Desteya Jinê ya Sûrî di nav çalakiyên xwe de li gel Yekîneya Piştgiriya Aramiyê li bajarê Gazî Entabê, rûniştineke diyalog û gengeşeyê di bin navnîşana “Jina Sûrî di Rêgeya Şoreşgerî û Siyasî de” bi amadebûna Cîgira Serokê Hevbendiyê û Seroka Desteya Jinê ya Sûrî Ruba Hebûş û hejmarek ji jinên çalakvan li deverên rizgarkirî û Tirkiyê li dar xist.
Û rûniştinê şiroveyek li ser çalakiyên jina Sûrî di warê siyasî de berî bi destpêkirina şoreşê û tiştê ku rijêmê bo çarçovekirina çalakiyên jinê û nûnertiya wê ya tenê bi nav û talankirina cihê jinê yê rasteqîn berçav kir, her weha bidûrxistina jinên xwediyên şîyanên bilind, û got ku rijêmê bend li pêşiya pêşveçûna jinê û beşdariya wê di avakirina civakê de danîn.
Û rola jinê di şoreşê de û nimûneyên jinên berçav û rawestana jinê li kêleka mêr di tevgera aştiyane de û derdeseriyên ku jinê kişandine wek girtin û peyketin û kuştin û koçberkirinê berçav kirin.
Û amadebûyan bal kişandin ser ku jina Sûrî di derbirîna helwestên xwe de tevî hemî êşên ku dikşîne û barên ku ji bo dewleteke daddar a hemwelatîbûnê û mafparêz berdewam e.
Û rûniştinê bi berfirehî rewşa jinê ya niha û dijwarî û astengiyên ku rastî jinê tên daku bighêje navendên çêkirina biryarê gengeşe kirin.
Û kesên beşdar bi hejmarek ji temîniyên ku divê cîbicî bibin ji bo zêdekirina pêwendiyan di navbera jinên çalak de derket, her weha pevgirêdanên li gel saziyên civaka sivîl bo avakirina hevpeymaniyan û berdewamiya wê ji bo xurtkirina hebûna jinê di saziyên şoreş û rikberiyê de, daku li kêlek mêr di avakirina Sûriya pêşeroj de mil li mil be.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî