Desteya Jinê ya Sûrî û Yekîneya Piştgiriya Aramiyê, rûniştineke diyalog û gengeşeyê di bin navê Rola Civaka Sivîl û Nûnertiya Jinê di Komîteya Destûrî de li bajarê Gazî Entabê bi amadebûna hejmarek ji jinên Sûrî yên çalak di warê karûbarê giştî de li deverên rizgarkirî û Tirkiyê lidar xist, daku zincîra çalakî û rahênanên ku Deste di xurtkirina rola jinê û bihêzkirina wê di warê siyasî û civakî de cîbicî dike bişopîne.
Û jinan destpêka çalakiya civaka sivîl li Sûriyê û bandor û giringiya wê di movikên jiyana siyasî û civakî û aborî de û rola jina Sûrî ya berçav têde gengeşe kirin, ji ber ku jinê cîgehê xwe çespand û jê dest pê kir da ku pêşeng be û nameya sûriyan di hemû çalakiyan de hilgire, ta bighêje navendên çêkirina biryarê di saziyên şoreş û rikberiya Sûrî de.
Û Dadwer Xalid Elhilo û Dadwer Enwer Mecnî endamê Komîteya Destûrî di şandê civaka sivîl de bo civatê hatibûn vexwendin, û li ser karê Komîteyê û kaxezên dê şand pêşkêş bike axivîn, û jinên beşdar tekezî li ser giringiya civaka sivîl û destpêşxeriyên tekane û yên komî yên ku çalakvan û mafnasên têklildarî şoreşa Sûriyê ji bo ronîkirina rêkeftin û biryarên navdewletî kirin, û piştbestina bi wan rêkeftin û biryaran di amadekirin û piştgiriya jinê û dozên wê de, daku beşek be di avakirin û geşepêdana pêşeroja Sûriyê de.
Û jinên beşdar temînî bo cîbicîkirina piroje û çalakiyên guh didin jina Sûrî û bizavê bo bilindkirina rola wê ya çalak kirin, bêyî ku kar û rola jinê li gor çarçoveyên berî sala 2011an be, û arastekirina kar berve bihêzkirin û amadekirina jina Sûrî û bilindkirina asta nûnertiya wê di navendên çêkirina biryarê de di nav rayedarên niha û di Sûriya nû de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî