Friday, May 9, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Desteya Jinên Sûrî Kongirekî bo Derçûna jinên Rahênankirî bo Wergirtina Dîploma Siyasî li Dar Dixe

December 15, 2022
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 4 mins read
A A
Desteya Jinên Sûrî Kongirekî bo Derçûna jinên Rahênankirî bo Wergirtina Dîploma Siyasî li Dar Dixe

Desteya Jinên Sûrî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî bi Hevkariya li gel Yekîneya Piştgiriya Aramiyê, kongirê dûmahiyê yê derçûna jinên ku hatina rahênankirin bo wergirtina dîplomaya siyasî di çarçoveya projeya bişiyankirina jina Sûrî di warê siyasî de ku armanca wê kartêkerkirina rola jinê û zêdekirina hişmendiya siyasî ya jinên Sûrî yên li Tirkiye û Sûriyê dijîn, li dar xist.

Û di ahenga derçûnê de Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, Cîgira Serok Seroka Desteya Jinên Sûrî Ruba Hebûş, Cîgirê Serok Ebdulehad Istêfo, endamê Desteya Siyasî Ebdullah Gado û endama Hevbendiya Niştimanî Perwîn Remî amade bûn.

Û Serokê Hevbendiya Niştimanî karê Desteya Jinên Sûrî û Yekîneya Hevrêzkariya Piştevaniyê di xebatên ji bo amadekirina jinên Sûriyê de daku karibin rola xwe ya tam di curbicur warên jiyanê  û bi taybetî di warê siyasî de bileyzin, bilind nirxand, û pîrozbahî bo jinên derçûnyî pêşkêş kirin, û tekezî li ser neçarbûna bişiyankirina jina Sûrî ya ku Hevbendiya Niştimanî li ser dixebte kir.

Û Elmislit diyar kir ku Hevbendiya Niştimanî saziya hemû Sûriyan e, û ew ji bo ku bêhtir jin derbasî nav Desteya Giştî bibin kar dike, û got ku ji pêkhateyên Hevbendiya Niştimanî tê xwestin ku jin di nav nûnerên wan ên Hevbendiya Niştimanî de hebin.

Û Elmislit kurteşiroveyek li ser pêşhatên piroseya siyasî pêşkêş kir, û tekezî li ser pabendbûna Hevbendiya Niştimanî pê kir, û bal kişand ser giringiya berdewamiya karê Komîteya Destûrî ji bo ku dosya Sûriyê li ser maseya navdewletî bimîne.

Û spasiya hemû dostên gelê Sûriyê yên ku piştgiriya gel û daxwazên wî di azadî, rûmet û demokrasiyê de kirine kir, ew dostên ku pabendiyê bi helwestên xwe yên neguhêr di normalnekirina têkliyan bi rijêma esed re û ranekirina sizayan ji ser wê û beşdarnebûna di nûavakirinê de beriya çareseriya siyasî bicih were dikin.

Û ji aliyê xwe ve Cîgira Serok û Seroka Desteya Jinên Sûrî Ruba Hebûş, tekez kir ku projeya Desteyê bi hêviyên mezin û pêngavên xwegir ji bo alîkariya jinên Sûriyê û vekirina rê li ber wan û hilanîna astengiyan bo bişiyankirina wan di warê siyasî de dest pê kir, bi riya pêşkêşkirina her hewcedariyên şarezayî û zanyarî, daku ew jî têkeve ser serboriya wan a mezin ya kar û bizavê.

Û cext kir ku her kes dizane ku jina Sûrî xwediya gelek hêz, wêrekî û jêhatîbûn ne, û şayist e ku di rêzên pêşî û cihên biryardanê de bin, û diyar kir ku di rêya projeya Desteya Jinên Sûrî re, Em ê bibin pir ji jinên Sûriyê yên gewre re yên ku di vê şoreşê de gelek qurbanî dane.

Û Hebûş domand û got ku jinên Sûriyê hevparê sereke ne di avakirina pêşeroja Sûriyê de, û bêyî hebûna jinan di rêzên pêşî de û di hemû warên siyasî, aborî, civakî û çandî de, demokrasî pêk nayê, û xwest ku di çarçoveya dewleteke demokratîk de mafên jinan bi destûrî û yasayî bên garantîkirin.

Û jinên derçûyî kêfxweşiya xwe bi beşdarbûna di dîplomaya siyasî de yaku pênc mehan bi navînî 60 katijmêran dom kiriye anîn ziman, û spasiya her kesî nemaze yên ku li ser vê dîplomayê dixebitin kirin, û dîtin ku ji bo wan ew ezmûnek baş û balkêş bû, Ji ber ku gelek asoyên wan û mîkanîzmayên xebatê yên nû li pêşiya wan vekirin, daku di paşeroja Sûriyê û avakirina wê de xwedan rol bin.

Û Nûnera Fransî ya taybet bo dosyeya Sûriyê Brîgît Karmî jî li ser qurbaniyên ku jinên Sûriyê di şoreşa Sûriyê de pêşkêş kirine axivî, û piştgiriya welatê xwe bo Hevbendiya Niştimanî û mafên gelê Sûriyê tekez kir, û hêviyên xwe yên dîtina hejmarek mezintir ji jinan di karê siyasî yê Sûriyê de anîn ziman.

Û tekezî li ser pabendbûna Fransa bi normalnekirina peywendiyan bi rijêmê re û beşdarnebûna di piroseya avadankirinê de berî gihiştina çareseriyeke siyasî û ranekirina sizayan ji ser sembolên rijêmê kir.

Ji aliyê xwe ve Rêvebira Ofîsa Siyasî ya Dosya Sûriyê di Wezareta Derve ya Amerîka de Raşel, tekezî li ser berdewamiya welatê xwe di piştevaniya mafên gelê Sûriyê û jinên wê yên gewre de kir, û got ku Sûriya ya hemû gelê Sûriyê ye, û kêfxweşiya xwe bi karînên jinên Sûriyê tevî tiştê ku di warê siyasî de rûbirûyî wan bûne anî ziman.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

Share8TweetSend

Related Posts

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî
Nûçeyên Hevbendiyê

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî

January 8, 2025
Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike

December 26, 2024
Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye
Nûçeyên Hevbendiyê

Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye

December 24, 2024
Next Post
Dezgehên Ewlekariyê yên Rijêma Esed Kesên ku Lihevkirin bi Rijêmê re Pêk Anîne Dikuje

Dezgehên Ewlekariyê yên Rijêma Esed Kesên ku Lihevkirin bi Rijêmê re Pêk Anîne Dikuje

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.