Bi boneya bîranîna yazdemîn ya birêkrtina şoreşa Sûriyê, Desteya Niştimanî ya Karûbarê Girtî û Windayan û Komeleya Jinên Rizgarbûyî, li Zanîngeha Helebê ya Azad li bajarê Ezazê li gundewarê Helebê, çalakiyeke taybet bo daxwaza serbestberdana girtiyan û diyarkirina çarenûsa binçavkiriyên bi kotekî bi amadebûna hejmarek ji jinên ku ji zîndanên Esed rizgar bûne li dar xist.
Û di çalakiyê de Serokê Desteya Niştimanî ya Karûbarê Girtî û Windayan Yasir Elferhan û endamin ji Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî û derdora 50 ji jinên ku ji zîndanên Esed rizgar bûne û şandek ji Desteya Jinên Sûriyê beşdar bûn.
Û jinên ku ji zîndanan rizgar bûne navên hin kesên ku ta niha di zîndanên rijêma Esed de ne li ser tabloyekî taybet nivîsandin, û hejmarekê ji wan jinan çîrok û derdeseriyên xwe di zîndanên Esed de anîn ziman.
Û Elferhan tekez kir ku rijêma Esed ta niha girtina kotekî û îşkenceya derûnî û govdeyî dermafê sivîlên Sûrî yên jin û mêr û zarok bikar tîne.
Û diyar kir ku çalakî weke nameyeke hevbeş ji civaka navdewletî û Netewên Yekbûyî re bû, daku ji wan bixwazin ku rola xwe ya tam û yekser bikar bînin, ji bo ku şanderên çavdêriyê yên navdewletî serdana zîndanên hêzên ewlekarî û leşkerî yên rijêma Esed û çarenûsa wan diyar bikin û tevaya girtiyan li gorî biryara navnetewî 2254 serbest berdin, nemaze xala 12 ji biryarê, her weha name ji bo saziyên mirovahî ye, daku bêhtir bizavê bo rizgarkirina nirxên cîhana azad bikin, û rayeke navdewletî û gelêrî kom bikin, daku fişarê li hikûmetan bikin ji bo cîbicîkirina rêşûnên cidî, daku nehêlin di tawanên qirkirinê de berdewam bibin, û ji sizakirinê rizgar bibin.
Û bal kişand ser ku divê civaka navdewletî cîbicîkirina biryarên navdewletî yên girêdayî doseya girtiyan li ser rijêma Esed bisepîne, ji ber ku ev rijêm nayê çaksazkirin, û nûnertiya wê di civakên navdewletî de nehêlin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî