Ofîsa Ciwanan ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî workşopek bo hejmarek ji pirogramkarên ciwan re li baregeha Hevbendiya Niştimanî li gundewarê bakurê Helebê di nav çalakiyên bîranîna yazdemîn ya şoreşa gelê Sûriyê li dar xist.
Û Hevrêzkarê Ofîsa Hevbendiyê li gundewarê Helebê Ehmed Elşihadî workşop bi xwendina fatîhayê li ser giyanê pakrewanên Sûriyê workşop vekir, û Elşihadî got ku workşop li ser binyada baweriya Hevbendiya Niştimanî bi rola ciwanan di avakirina civakê û xurtkirina karînên wan de, her weha behsa asoyên karê ciwanan û pêşxistina kar û kartêkerkirina mîkanîzman, tê.
Û ji aliyê xwe ve Hevrêzkarê workşopê Rêvebirê Beşê Pirojeyan di Hevbendiya Niştimanî de Selah Faris diyar kir ku rûniştin ji du beşan pêk hat, yê yekemîn li ser mîkanîzmên zêdekirina derfetên kar bo qata herî lawaz ji sûriyan bû, û bal kişand ser ku lihevkirineke giştî ji aliyê amadebûyan ve li ser hewcedariya pêwîst bo rahênanê hebû, daku dest bi vî karî bikin, her weha hebûna palatformekê bo rahênanan û dana derfet û mafên pirogramkaran pêşkêş bike.
Û Selah Faris got ku di beşê duyem ji workşopê de, ketwarê pirogramkariyê li bal sûriyan, û gelo rewşa Sûriyê dê çawa be piştî deh salan di vî warî de gengeşe kir, û bal kişand ser pêwîstiya girêdana pirogramkarên li deverên rizgarkirî bi pirogramkarên li derve ve, daku pisporiya wan zêde bibe, û derfetên kar bo beşekî berfireh ji sûriyan dabîn bibe.
Û amadebûyan tekezî li ser pêwîstiya bikarînana karînên ciwanan û avakirina pilanan bo amadekirina wan di vî karî de bi şêweyekî berfireh kirin, û dijwariyên ku di karê pirogramiyê de rastî ciwanan tên û rêyên derbaskiruna wan dijwariyan hatin gengeşekirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî