Di çarçoveya çalakiyên 12emîn salvegera şoreşa Sûrî de, Desteya Niştimanî ya Girtî û Windayan, roja şemiya bûrî, çalakiyek ji bo bîranîna girtî û windayên di girtîgehên rijêma Esed de li dar xist.
Û Desteyê mêvandariya hejmarek ji zarokên ku dê û bavên wan di bin îşkenceyê de jiyana xwe ji dest dane yan jî yên hîn dê û bavên wan winda ne an di girtîgehên rijêmê de ne kir, û ew xelat kirin, û ji wan re tekez kir ku dê Deste hemû bizavan bike da mafê girtî û binçavkiriyên kotekî yên qurbaniyên Esed vegerîne.
Û Zarokan nameyek tevayî bi destê xwe li ser cawekî ku wêneyên bavên wan li ser bûn nivîsîn, û pê tabloyekî bibandor çêkirin, têde derdeseriyên kûr ên bêpariya wan ji bavên wan bi dirêjiya salên bûrî anîn ziman.
Û Seroka Desteya Niştimanî ya Karûbarê Girtî û Windayan Salwa Aksoy, got ku ev çalakî roniyê dide ser beşekî biçûk ji zarokên ku dê û bavên xwe di girtîgehên rijêmê de wenda kirine, û tekez kir ku dosyaya girtiyan dosyeke bingehîn e di kêşeya Sûriyê de, û çareseriya siyasî li welat bêyî ku dosya girtiyan çareser bibe pêk nayê.
Û Aksoy bal kişand ser ku ev zarok xwediyên dozekê ne, û kesê ku doza wî hebe namire, û got ku ev zarok di hemû ast û warên pisporiyê de dixwînin, û yê ku mezin bibe doza wî jî pêre mezin dibe, û tu kes nikare wî ji ser riya standina mafê wî bi riya cîbicîkirina dadmendî û sizakirina tawankaran û berdana girtiyan û diyarkirina çarenûsa binçavkiriyên kotekî bide alî.
Û Aksoy got ku zarokan name arasteyî çêkerên biryarê kirin, û dît ku ev name nîşanin berçav in, karin palê bidin ser ji bo sizakirina kesên komkujî û tawan dermafê malbatên wan pêk anîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî