Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoerş û Rikberiya Sûrî, civînek di riya entirnêtê re bi Serokê Encûmena Sûrî–Emrîkî, D. Zekî Lebabîdî, re bi rêkûpêkirina Ofîsa Revenda Sûriyê di Hevbendiyê de lidar xist, û pêşhatiyên rewşa Sûriyê û guhartinên Cîhanî ji ber kirîza Korona û bandora wê li ser doseya Sûriyê berçav kirin.
Û Endamên Desteya Siyasî li rewşa tenduristî û debara jiyana Revenda Sûrî li Emrîka pirsîn, di dema kirîza Korona de, ya ku bandora xwe li cîhanê tevî kiriye û nemaze li Emerîka.
Û D. Lebabîdî şiroveyek derbarê bandora vê kirîzê li ser siyaseta derve ya Emrîka pêşkêş kir, û diyar kir ku arasteya helwestên Waşinton hîn berve cîbicîkirina biryarên Navdewletî yên taybet bi rewşa Sûriyê de ye, û di pêşî de biryara 2254 û daxwiyaniya cinêvê, û ferzkirina sizedanê li ser rêjîma Esed û cîbicîkirina Qanûna Qeyser, da li ser ferz bikin ku li ser masa danûstandinê rûne û çareseriya siyasî li welêt pêk were.
Û herdû aliyan rapora Rêxistina çekên Qedexekirî yaku diyar kiriye ku hatiye çesipandin ku rêjîma Esed çekên kîmawî di 3 êrîşên li ser bajarê Elletaminê yê gundewarê Hemayê sala 2017 pêkanîne gengeşe kirin, û amedebûyan tekezî li ser pêwîstiya wê raporê kir, û girîngiya ku Waşinton gavin piratîkî bavêjê di pirosesa cezakirina berpisyarên di ber wan êrîşan de li gorî madeya 21ê ji biryara Encûmana Ewlehî hejmar 2118.
Û Lebabîdî şiroveyek li ser amedekariyên revendê li tevaya Iyaletên Emrîka ji bo helbijartinên serokatiyê yên dawiya sala em tê de û Bandora wê li ser rewşa Sûriyê pêşkêş kir.
Û Hevrêzkarê Ofîsa Revendê, Yehye Mektebî, pesnê rola girîng û çalak ya Revenda Sûrî li Emrîka û hin dewletên din da, ji bo diyarkirina rûwê rasteqîn yê şoreşa Sûriyê û berevaniya di ber mafên gelê Sûriyê de, û daxwazên wan yên rewa yên azadî û demoqrasî û hemerengî û serdariya qanûnê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrtî