Ofîsa Têkliyên Derve ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, du civînên ji hev cuda di riya odeyeke telfiziyonî ya girtî re bi Şanderê Belcîkî Mark Otte û şanderê Danîmark Evan Nielsen, û şanderê Norwicê Knorr Lin, re lidar xistin, daku pêşdeçûna rewşa tendurustî û pilana qirkirina Vîrosa Korona ji wan re were diyarkirin, û daxwaza lalîkariyê kirin ji bo ku Rêxistina Tendurustî ya Cîhanî bilez karê xwe cîbicî bike, û sozên ku derbarê dabînkirina hewcedariyan bicî bîne, û dawîtirîn mijarên girêdayî doseya Sûriyê gengeşe kirin.
Ev wek beşekî ji pilana bersivdana lezgîn bo rûbirûbûna Vîrosa Korona li Sûriyê tê, nemaze li deverên rizgarkirî, yaku rewşa wan bi Rêxistina Tendurustî ya Cîhanî re hatî behiskirin.
Û jiber ku Rêxistina Navdewletî di temamkirina dabînkirina hewcedariyan ji bo şopandina karê xwe bi rengekî çalak dereng maye, Hevbendiya Niştimanî bi Netewên Yekbûyî û dewletên dost re têkildar e, jibo bilezkirina gavên pêwîst ên gihandina amûr û keresteyên bijîşkî, daku cîbicîkirina pilana ku Wezareta Tendurustî di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de û Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê temam bibe.
Û di civînan de, Wezîrê Tendurustiyê yê Hikûmeta Sûrî ya Demkî D. Meram Elşêx, û Serokê Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê Mihemed Heseno beşdar bûn.
Û Elşêx rewşa tendurustî li deverên rizgarkirî û berdewamiya karê Wezareta Tendurustiyê di kartêkirinên taqîkirinên kesên guman li ser wan hene berçav kirin, û bal kişand ku şiyana karê taqîkirinê tenê rojê dighe 10 nexweşan, di her qonaxeke rojane ya kar de, ji ber ku tenê laboratorek taqînkirinê tenê heye, û Yekîneya Hevrêzkariya Piştigiyê bi karê rahênankirina giropekî ji karmendan rabû, û wê hişt ku Wezareta Tendurustî qonaxên kar zêde bike, daku karibe hejmareke mezin kontirol bike.
Ji aliyê xwe ve, Serokê Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê Mihemed Heseno, li ser karê yekîneyê di pêşkêşkirina alîkariyê de axifî, û nemaze li ser alavên taqîkirinê û hewcedariyên pêwîst û girêng jibo xweparastinê û keresteyên giring ji bo pakkirina deveran ji vîros.
Û Serokê Hevbeş yê Komîta Destûrî, Hadî Elbehra, cext li ser metirsiya rewşê ger Vîros li deverên rizgarkirî xuya bibe kir, û durûtiya Rêxistina Tendurustî ya Cîhanî di danûstandina bi deverên cûrbecûr ên Sûriyê re rexne kir, û tekezî li ser pirbûna nişteciyan li deverên rizgarkirî û belavbûna kampan tê de kir, her weha nekarîna cudakirina civakî, û derketina hejmarek mezin ji avahiyên tendurustî bo derveyî xizmetê, ji encama armanckirina wan di salên bûrî de, dihêle ku ew hewcedarî di pêşiya her tiştî de bin.
Û amedebûyan tekezî li ser girîngiya lezgîniya karê Rêxistina Tendurustî ya Cîhanî di cîbicîkirina pilana li ser lihevkirî û hevrêziya navendî bi Wezareta Tendurustî û Rêvebiriyên Saxlemiyê li deverên rizgarkirî kirin.
Û daxwaza bilindkirina asta alîkariyên mirovahî û hawarçûnê, nemaze av û keresteyên paqijkirinê kirin, her weha sepetên xwarinê di dema aborî ya dijwar de ji piş kirîza Korona.
Û Cîgirê Serokê Hevbendiyê, Dîme Mosa, daxwaza berdewamiya fişaran li ser rêjîmê bi rengekî yekser an di riya piştgirên rêjîmê re jibo serbestberdana girtiyên di zîndanên rêjîmê de kir, û hişyarî da ji derbasbûna Vîros bo nav girtiyan di dema tunebûna guhdana tendurustî û paqijiyê di avahiyên ku ji girtiyan mişt bûne de.
Û Dîme tekez kir ku rêjîma Esed hewl dide ku sûdê ji kirîza Korona werbigre, û got ku cezayên aborî yên li ser hatine ferzkirin di bingeha xwe de karta aborî ya girêdayî bi operasyonên leşkerî û binpêkirina mafên mirovahî armanc kirine, û karta bijîşkî û alîkariyên mirovahî armanc nakin, û got Hevbendî wek civaka navdewletî rijde li ser gihandina wan alîkariyan jibo tevaya Sûriyan bê cudahî.
Û Endaman bal kişandin ser serkeftina Şanderê Netewên Yekbûyî yê taybet bo Sûriyê di gihîştina xiştekara rûniştina tê ya Komîteya Destûrî, û gotin ku nûnerên Desteya Danûstandinê ya Sûrî di Komîtê te made ne ji bo berdewamiya karên xwe di dem û derfeteke nêzîk de, û çext li ser pêwîstiya berdewamiya fişaran li ser rêjîmê kirin, daku tevlî pirosesa siyasî bibe, û rê li pêşiya komîteya destûrî ya Sûrî vebe, ji bo gihîştina çareya siyasî ya temamî di riya cîbicîkirina biryara Encûmana Ewlekariyê ya 2254, tevî daxwiyaniya Cinêvê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrtî