Tora Sûrî ya Mafên Mirova, di rapora xwe de ya duh duşemê derketî, diltengî û bêhêvîbûna xwe derbarê rapora Encûmana Lêpirsînan a Xwecihî ya girêdayî Netewên Yekbûyî anî ziman, ji ber ku raporê hêzên Rûsiya yekser perpisyar nekirin, ji ber bombebarana navendên bijîşkî, û tenê got ku rêjîma Esed û siponserên wê bêyî ku binav xuya bike ka ew siponser kî ne.
Û raporê diyar kir ku ne kêmtir ji 43 dujminkariyan li ser avahiyên bijîşkî bi destê hêzên Rûsiya ji destpêka peymana Sotşî di eylona 2018an de heya 17 nîsana 2020an de pêk hatine, û got ku hejmara bûyerên dujminkarî yên ku Rûsiya bi ser avahiyên bijîşkî li parêzgehên cûrbecûr ên Sûriyê ji destpêka destêwerdana xwe ya leşkerî li Sûriyê di 30ê eylona 2015an de ta 17 nîsana 2020an de gihîştî 207 bûyerên dujminkariyê.
Û rapora Tora Mafên Mirovan bal kişand ku tevî Mîkanîzma Armancnekirina Navendên Bijîşkî ji hêla Ofîsa Netewên Yekbûyî ve ji bo hevrêzkirina karûbarên mirovahî hatiye damezrandin, lê dîsa jî hêzên Rûsiya û rêjîma Esed 7 navendên bijîşkî ji yên nîşankirî 12 caran armanc kirin, tevî ku di Mîkanîzma Armancnekirinê de tomarkirî bûn.
Û Tora Mafnasî got ku xwestina rapora Encûman di temîniyên xwe de ji mîkanîzma armancnekirinê ku beşdariya rêjîmê di agahiyên girêdayî bi navendên bijîşkî bike, bi xwe wek destûrê dide rêjîma tuhmetbar li gorî rapora ku dibe derdora 540 opirasyonên armanckirina navendên bijîşkî ji adara 2011an de ta niha pêk hatine.
Û raporê ji tevaya Komîtên Lêpirsînê xwest ku, divê ew bo mîkanîzmên sizedanê piştgir bin, daku wan mîkanîzman di dema bersivnedana deseletên hin dewletan de bikar bînin, wek nehiştina derbasbûna welatan an redkirina karê wê, wek ku çawa rêjîma Esed kiriye, û ji mîkanîzmên sizedanê ferzkirina cezayên navdewletî, aborî û siyasî ya jî leşkerî xwest, daku li dujî rêjîmê bikar bîne.
Û Rapora Tora Mafnasî ji Lêpirskarên Netewên Yekbûyî li bakurê rojavayî Sûriyê daxwaza çespandina berpisyariya hêzên Rûsiya ji ber bombebarana komka dibistanên li Qelet Elmedîq kir, û ji Emîndariya Giştî ya Netewên Yekbûyî xwest ku bi karên mezintir rabe, jibo nehêlana bikaranîna mafê redkirinê Vîto ji bo parastina rêjîma ku tewanên dijî mirovahiyê û tewanên cengê kirine, wek rêjîma Esed.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrtî