Ofîsa Şêwermendiyên Sitratîcîk di Hevbendiya Niiştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, xelekeke gengeşiyê di riya entirnêtê re derbarê ancamên rapora Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî lidar xist, tê de tekzî li ser berpisyariya rêjîma Esed di ber 3 êrîşên kîmawî de dijî bajarê Elletaminê yê gundewarê Heleb sala 2017 kirin, her weha behsa nêzîkbûna cîbicîkirina qanûna Sêzer ya sizedana rêjîmê û siponserên wê hat kirin.
Û di xeleka ku berpirsê Ofîsa Şêwerdariyên Sitratîcîk Ehmed Remeda birêve bir, Endamê Komîteya Qanûnî û Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî, Yasir Elferhan, û Rêvebirê Navenda Heremon ya Vekolîna Hevçerxî, Semîr Siêfan axivîn, her weha beşdarbûna 50 kesî ji Hevbendiya Niştimanî û çalakvan û pispor û lêkolînerên siyasî û qanûnî û sitratîcîk.
Û xeleka gengeşiyê bi navê ” bandorên siyasî û qanûnî yên tuhmetbarkirina rêjîma Esed bi bikaranîna kîmawî di dema nêzîkbûna cîbecîkirina qanûna Sêzer de” bû, û beşdaran li ser tiştê di raporê de hatî derbarê êrîşên kîmawî ya raporê aniye ziman erê kirin, yaku seruştiyeke xwe taybet heye û çênabe bêyî fermanên aliyên deselata bilind di serdariya leşkerî di rêjîmê de bikar werin.
Û Siêfan li ser pêwîstiya raporê di çespandina berpisyariya rêjîma Esed di ber bikaranîna dûbarekirî ji çekên kîmawî re li Sûriyê axifî, û behsa pêwîstiya diyarkirina gunehkariya Rûsiya kir, yaku tewanên rêjîmê vedişêre, û mafê redkirinê VETO bikar tîne, daku ti biryar dijî rêjîmê ji aliyê Encûmana Ewlekariyê dernekevin.
Û beşdaran bal kişandin ser ku rapora tîmê ji aliyê komîteya giştî ya Netewên Yekbûyî piştgirkirî ye, yaku karê wê di civîna xwe ya dawîn ya di 2019an de kiriye biryar, ew jî xuya dike ku lehevhatinek mezin li ser karê wê heye di hundir komîteyê de.
Û Elferhan bal kişand ku rapor tekeziyê li ser tewankariyên rêbazkirî û berdewam yên rêjîma Esed dike, ya ku rêjîm wê wek sitratîciyek sereke bikar tîne, û tekez kir ku ti elternatîv ji destpêkirina mîkanîzmên sizedana daddar a vê rêjîmê di riya piştgiriya cîbicîkirina xala 21 ji biryara 2018 û xala 6 ji biryara 2209 yaku daxwaza sizedana lezgîn a kesên têde beşdar bûne tevî rayedarên herî bilind ên rêjîma Esed dike.
Û Remedan dît ku rapora Rêxistina Çekên Qedexekirî û cîbicîkirina qabûna Sêzer, zexteke mezin e li ser tevaya dewletan, daku ti têkliyan bi dewletên tewankar re yên çekên kîmawî bikar tînin ava nekin, di heman demê de zextê li rêjîmê û siponserên wê bikin, da bihêle pirosesa siyasî çalak bibe, û piştgiriya veguhestina siyasî li gorî biryara Encûmena Ewlekarî 2254 û daxwiyaniya Cinêvê bête kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrtî