Hikûmeta Sûrî ya Demkî dest bi belavkirina alîkariyên mirovahî û bijîşkî û hawarçûnê li ser xelkên bi destê hêzên rêjîma Esed û siponserên wê bi kotekî ji idlibê koçberî gundewarê bakurî Heleb bûne kir.
Û ev kar beşek ji pirojeyê Bersivdana Lezgîn e, yê ku di bin çavdêriya Dezgeha Giştî ya Dxel û Dan û Rêvebiriya Tendurustî li Helebê de ye, bi hevkariya Encûmanên Xwecihî .
Û kesên sûdê ji vî pirojeyî werdigrin, derdora 8300 malbatî ne, û 8 deveran armanc dike, wek: Ezaz, Elbab, Marêi, Exterîn, Elraî, Cerablus û Elgendora.
Û berê Rêveberiya Koçberan a bi ser Wezareta Rêvebiriya Xwecihî û Xizmetkariyê ve bi hevrêziya Encûmanên Xwecihî, bi karê sejmariya kesên koçberî deverên gundewarên bakurî Heleb bûne rabibû, û lêkolîneke berfireh ji hewcedariyên wan re amade kiriye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrtî