Komîteya Sûrî-Tirkî ya Heveş diyar kir ku Rêvebiriya Koçberiyê ya Tirkî li ser dûbarekirina çallakirina qeydên nasnameyên demkî (Kimlîk) yên ku berî bi demekê hatibûn rawestandin razî bû, bi armanca ku careke din alîkariyên ku ji malbatan re ji hêla Heyva Sor ya Tirkî ve tên dan vegerin.
Tê zanîn ku Rêvebiriya Koçberiyê berî demekê tomarkirina beşekî ji (kimlik)an anjî nasnameyên demkî ji ber sedemên ewlehî û yasayî rawestandibû, nemaze nûkirina cihên ku xwediyên wan kimlîkan lê rûdinin, û di heyva kanûna pêşîn ya 2019an de daxwaz ji tevaya Sûriyan kiribû, ku agahiyên xwe berî nîvê heyva adara 2020an nûjen bikin.
Û Komîteyê bal kişand ku ji encama rêşûnên ku Hikûmeta Tirkî pê rabûye jibo rûbirûbûna metirsiya belavbûna Vîrosê Korona, pir malbatan nikarîbûn kaxezên xwe bi dawî bînin, û ew jî bû sedema rawestîna hejmarek mezin ji qeydan piştî bidawîbûna muhleta ji wan re hatibû dan, lewra xizmetkariyên kerta Heyva Sor sekinîn.
Û Komîteyê got ku wê pêşniyar pêşkêş kirin jibo ku ev alozî di demek nêz û lezgîn de bi dawî were, û tekez kir ku Rêvebiriya Koçberiyê bi şêweyekî erênî bi xwesteka wan re çalak bû.
Û zelal kir ku yek ji rûşûnên awarte yên ku komîte li ser dixebite, destpêkirina nûkirina qeydên zarokên kêmî 18 salan e , yên qeydên wan bi rengekî tekane rawestiyane, bêyî malatên wan ên qeydên xwe nûjen kirine, her weha hêsankirina nûjenkirina qeyda kesên di ser 18 salan re, û yên nikarîbûn agahiyên xwe di dema nîşankirî de ji ber karûbarên Korona nûjen bikin.
Û bal kişand ser ku wê navên 300 malbatên Sûrî yên li Turkiyê niştecî ne kom kirine, li gorî daxwaza Rêvebiriya Koçberiyê di Hikûmeta Tirkî de, ya ku hewlên xwe dide jibo lîsteyan bi malbatên Sûrî yên ziyan ji ber rêşûnên xweparastinê li Tirkiyê ji bo rûbirûbûna Vîrosê Korona amade bike, da wan kesan qerebo bike û aîkariyan bidin wan.
Û belavbûna Vîrosa Korona li cûrbecûr aliyên cîhanê, bû sedema rawestandina karê karxane û kargeh û kompaniyên bazirganî , û ew jî bû sedema ziyana rêjeyake mezin ji karkeran, nemaze penaberên Sûrî yên ku bi roja xwe dixebitin, bêyî ku ti lihevkirinên fermî di navbera wan û xwediyên kar de hebin.
Hêjayî gotinê ye ku Komîta Sûrî-Tirkî ya Hevbeş bi destpêşxiriya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî û Wezareta Navxwe ya Tirkî jibo şopandina karûbarên penaberên Sûriyê li Tirkiyê û çareserkirina rewşa wan ava bû, piştî hevdîtinekê di navbera Serokê Hevbendiya Niştimanê Enes Elebde û Wezîrê Navxwe Süleyman Soylu di 24/7/2019an de, û ji aliyê dewleta Tirkiyê ve Cîgirê Wezîrê Navxwe û Serokê Rêvebiriya Koçberiyê û hejmarek mezin ji berpisyarên wezaretan di komîtê de beşdar in, û ji aliyê Hevbendiya Niştimanî ve ew komîte di bin çavdêriya Serokê Hevbendiyê de ye, û di nav xwe de berpirsên doseyên pê ve grêdayî di Hevbendiyê de û dezgehên Sûrî yên pispor û çalak di dozên penaberan de vedihewîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrtî