Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, civata xwe ya rolane bi amadebûna Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit û Cîgirên Serok Ebdilehed Istêfo û Ebdilhekîm Beşar û Ruba Hebûş û Emîndarê Giştî Heysem Rehmê û hejmarek ji endamên Desteya giştî lidar xist, û têde behsa pêşhatên rewşa meydanî û siyasî û bûyerên herêmî yên bandora wan li ser doseya Sûriyê heye hate kirin.
Û amadebûyan giringî dan pêşketinên meydanî, û Komîteya Girêdanên Leşkerî raporeke hûrbîn li ser rewşa li bakurê Sûriyê û Deraa û vekêşana rijêmê û Îranê ji lihevkirina dawîn bi xelkê Deraa re pêşkêş kir.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî hişyarî ji temamkirina pirojeya Îranî ya nexweş li başûrê Sûriyê yaku di rîya rijêma tawanbar û pişkdariya Rûsiya cîbicî dibe da, pilana ku dixwaze guhartinê di bingeha nişteciyên deverê de çêbike, di riya berdewamiya dorpêçkirin û bombebaranê re, ta bighêje koçberkirina kotekî dermafê nişteciyên resen daku li şûna wan teroristên milîsên Îranî yên mezhebî bicî bikin.
Û Elmislit got ku ziyana vê pirojeya kirêt netenê dighêje Horan an Sûriyê , lêbelê metirsiya vê pirojê dê bighêje hemî dewletên deverê, nemaze Urdina bira û dewletên Kendava Erebî, û got ku ji ber vê em daxwazê ji birayên xwe yên ereb dikin ku desttêwerdaneke yekser bi hemû giraniya xwe ya navdewletî bikin, ji bo ku xelkê Deraa rizgar bikin, û dorpêçkirinê ji ser wan hilînin, û wan ji hovîtiya milîsên Îranî û hêzên rijêma tawanbar biparêzin.
Û Elmislit tekezî li ser pêwîstiya liveke navdewletî ya çalak di civaka navdewletî de nemaze li Emrîka û Yekîtiya Ewropa û Tirkiyê kir, ji bo ku nehêlin rijêma tawanbar di tawanên xwe de dermafê gelê Deraa û Idlibê berdewam bike.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî daxwaza rêxistinkirina metingên nerazîbûnê li pêşiya balyozxaneyan li paytextên cîhanê kir, her weha xwepêşandanên giştî li deverên rizgarkirî bo komkirina cemawerî lidar bixin, û fişarê bo rawestandina helmeta leşkerî li ser Deraa bikin, û dorpêçkirinê ji ser rakin.
Û Elmislit diyar kir ku Hevbendiya Niştimanî dê di demeke nêzîk de serdana Emrîka bike, daku behsa hejmarek ji doseyan û di pêşî de doseya gurkirina leşkerî ya dawîn û Tawana koçberkirina kotekî bike, her weha veguhestina siyasî û sizakirina navdewletî bo tawanbarên rijêma Esed û hevalên wê pêk were, û got ku serdan dê li gel lidarxistina Komeleya Giştî ya Netewên Yekbûyî be.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî şiroveyeke berfireh li ser gera ku li Tirkiyê û hevdîtinên ku li gel çalakvan û kutleyên Sûrî û hevdîtinên ku li Enqere pêkanîne û li gel hejmarek ji berpirsên di Balyozxaneyên Erebî yên ku dê karibin têkliyan li gel dewletên ereb yên dikevin xizmeta şoreşa Sûrî û gelê sûrî di pêkanîna daxwazên gel di azadî û rûmet û demoqrasiyê de pêşkêş kir.
Û Cîgirê Serok Ebdilehed Istêfo, şiroveyek li serdana ku Hevbendiya Niştimanî pilanê jêre dike bi hevkarî û hevrêziya li gel dewletan li ser asta Komeleya Gelemperî pêşkêş kir, û li ser karê Hevbendiya Niştimanî di damezrandina Ofîsa Yasayî li Waşinton bo şopandina doseya sizayên li ser rijêma Esed hatine sepandin axivî.
Û amadebûyan pêşketinên erênî di doseya vegera hejmarek ji xelkê Efrînê bo malên xwe û rola giring yaku endamên Artêşa Niştimanî pê radibe bo misogerkirina aramî û ewlehiyê berçav kirin, ji bo redkirina derewên rêxistina PKK ya teroristî derbarê destdanîna ser malûmilkên xelkê Efrînê yên li derveyî deverê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî