Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, duhê yekşemê, civateke awarte bi amadebûna tevaya endamên Desteya Serokatiyê û ya Siyasî û hejmarek mezin ji endamên Desteya Giştî lidar xist, daku behsa pêşketinên rewşa meydanî li Deraa û rêşûnên kartêker bo rawestandina êrîşên hovane yên hêzên rijêmê li ser bajêr bike.
Û Desteya Siyasî ragihand ku civata wê ji bo şopandina pêşhatên Deraa dê her dem ji bo hevrêzî û piştgiriyê dijî êrîşên rijêmê û piştgirên wê lidar be, û pêwendiyan li gel xelkê Deraa Elbeled û tevaya devera Horanê dike, her weha hevrêziya li gel Netewên Yekbûyî û dewletên kartêker û saziyên mirovahî û mafnasî.
Û Desteya Siyasî kar li ser şandina baxek ji nameyên diplomatîk û yadnameyên yasayî bo Wezaretên Derve û saziyên navdewletî derbarê binpêkirinên ku rijêma Esed û piştgirên wê dijî xelkê bajêr pêk tîne dike.
Û Desteya Siyasî daxwaza rawestandina dijminkariyê li ser Deraa ji civaka navdewletî kir, û Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit got ku rijêma Esed tenê zane kuştin û tawanan bike, û daxwaza tevgereke yekser û cidî bo rawestandina tawanên ku dermafê xelkê me li Deraa Elbeled pêk tên ji civaka navdewletî kir.
Û Elmislet bal kişand ser ku Rûsiya di tawanê de pişikdar e, û çênabe ku bibe navgîn an garantiyê di lihevkirinên kêmkirina şer û rawestandina tawanan dermafê gelê Sûrî de bike.
Û Eymen Elasimî şiroveyek berfireh li ser rewşa meydanî û dawîtirîn pêşketinên operasyna leşkerî yaku rijêm ji gelek aliyan ve dibe ser Deraa Elbeled pêşkêş kir, û tekez kir ku rijêm û piştgirên wê piştî dorpêçkirina ku li ser bajêr sepand, dest bi armanckirina sivîlan bi awayekî yekser bi mûşekan kir, û bû sedema xirabûna rewşa mirovahî û tunebûna xwarin û dermên.
Û ji aliyê xwe ve Endamê Desteya Siyasî Mihemed Qedah diyar kir ku rijêmê û Rûsiya û Îranê tevaya rêkeftinên ku li ser bi xelkê Deraa re îmze kirine binpê kirin, û cextî li ser pêwîstiya ku divê liveke lezgîn ji hêla civaka navdewletî ve bibe bo rawestandina vê helmetê dijî xelkê Deraa kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî