Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, civîna xwe ya rolane li dar xist, daku lêvegerekê ji civatên Desteya Giştî ya xola dawîn a 62 re çêbike, û di civatê de behsa pêşhatên rewşa meydanî û siyasî kir.
Û amadebûyan karên Desteya Giştî yên dawîn nemaze mijara derbasbûna endamin nû bo nava Hevbendiya Niştimanî nirxandin, û tekezî li ser berdewamiya pirosesa çaksaziyê di riya tevlêkirina xwînin nû re yên ku dê beşdariyê di berfirehbûna Hevbendiya Niştimanî de bikin, daku rewatiya nûnertiyê xurt bibe, kirin.
Û Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî Ebdilehed Istêfo, şiroveyek li ser civîn û hevdîtinên ku di hefteya bûrî de li gel Şanderê Almanî û Şanderê Firansî bo doseya Sûriyê li dar ketine yên ku têde pirosesa siyasî û gengaziya dirêjkirina biryara 2585 ya girêdayî derbaskirina alîkariyên mirovahî di riya sînor re gengeşe kirine, pêşkêş kir.
Û Istêfo li ser civata ji dûrve li gel Şanderê Birêtanî bo doseya Sûrî yaku têde behsa doza veguhestina penaberên Sûrî ji Birêtaniya berve Rawenda ve kirine û daxwaza rawestandina pirosesa koçkirinê kirine û doza girtiyan û giringiya fişaran li ser rijêmê ji bo serbestberdana wan geneşe kirine axivî.
Û amadebûyan behsa amadekariyên niha ji bo serdana hejmarek ji dewletên Ewropî dibin, bi armanca lidarxistina hevdîtinên fermî, her weha lidarxistina hejmarek ji hevdîtinan li gel Revendên Sûrî li dewletên Ewropî ji bo temamkirina şêwirdariyên berfirehkirinê di Hevbendiyê de, kirin.
Û amadebûyan bûyerên siyasî yên navdewletî û herêmî yên têkildarî doseya Sûriyê berçav kirin, û behsa gotara sorkirina dijî penaberan, nemaze dermafê penaberên Sûrî, ji aliyê partiyin siyasî ji bo armancin hilbijartinî kirin, û tevayan tekezî li ser giringiya ku Hevbendiya Niştimanî li gel hikûmetên ku pêşwaziya penaberên Sûrî kirine li seranserî cîhanê bixebite kirin, ji bo ku rêşûnan bo parastina penaberan û misogerkirina mafên wan deynin.
Û amadebûyan li raporeke meydanî li ser zincîra bûyerên meydanî û amadekariyên li ser xakê ji bo operasyona leşkerî ya hevbeş di navbera Tirkiyê û Artêşa Niştimanî de dijî milîsên PYD li bakurê Sûriyê guhdarî kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî