Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, civata xwe ya rolane bi amadebûna Serokê Hevbendiyê, Salim Elmislit, û hejmarek mezin ji endamên Desteya Giştî lidar xist, û behsa pêşhatên rewşa meydanî û siyasî li Sûriyê kir.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî encamên serdana paytexta Tirkiyê li Enqere û hevdîtinên li gel hejmarek ji wezîr û nûnerên patiyên Tirkiyê bo gengeşekirina rewşa Sûriyê û dîtina çareyan bo dijwariyên ku rastî wan li Tirkiyê tên berçav kirin.
Û amadebûyan rewşa Sûriyên ku belgeyên niştecîbûna Erebistana Sişûdî hildigrin û li Idlibê asê mane piştî ku serdana bajarokên xwe li deverên rizgarkirî kirine gengeşe kirin.
Û Desteya Siyasî behsa rewşa zanîngehan û pirosesa fêrkirinê li deverên rizgarkirî û doseya bidestxistina danpêdana bi belgenameyên ji hêla Wezareta Hînkirinê ya Hikûmeta Sûrî ya Demkî derketine, her weha behsa dijwariyên ku rastî xwendekaran li wê derê tên, û rêyên sivikkirina wan dijwariyan kirin.
Û Desteya Siyasî rewşa meydanî li deverên rizgarkirî û teqînên ku li lê çêdibin bi sedema operasyonên teroristî yên ku endamên rêxistina PKK pêk tînin berçav kirin, her weha bombebarana Rûsî yaku deverên sivîlan armanc dike.
Û Desteya Siyasî pêşketinên pirosesa siyasî li Sûriyê û pêşketinên siyasî li ser asta herêmî û navdewletî û bandorên wê li ser doseya Sûriyê, her weha amadekariyên ji bo beşdaeriya di karên gera nû ya Komîteya Destûrî ya Sûrî de gengeşe kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî