Desteya Siyasî di Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de, civîna xwe ya rolane îro pêncşemê bi Serokatiya D. Nesir Elherîrî lidar xist, û operasyonên hêzên rijêma Elesed û siponserên wê pêktînin û dawîtirîn pêşhatên girêdayî rûbirûbûna Vîrosa Korona berçav kirin.
Û Ofîsa Girêdanên Leşkerî dawîtirîn pêşveçûnên meydanî û siyasî û tewan û binpêkirinên rijêm û piştgirên wê li deverên rizgarkirî bakurê Sûriyê pêktînin berçav kirin, û tevayan tekez kir ku gelê Sûriyê ji ber bombebaran û koçberkirinê hîn di rewşeke bobelatî de dijî, û bal kişandin ku rijêm hewil dide ku di riya operasyonên leşkerî yên hovane re ji aloziyên navxweyî û pirosesa siyasî bireve.
Û Endaman giringî dan pêşveçûnên rewşa tendirustî li Sûriyê derbarê belavbûna Vîrosa Korona, ji ber ku hejmara pêketiyan li deverên rizgarkirî gihîşte 40 nexweşî, bêyî ku kes ji wan pêketiyan bimre, û Endaman pesnê tedbîrên ji aliyê Hikûmeta Demkî ve hatine kirin dan, û di heman demê de tekez kirin ku Hikûmeta Demkî hewcedarî piştgiriyên mezin e ji hêla civaka navdewletî û saziyên navnetewî û dewletên dostê gelê Sûriyê.
Û amedebûyan li ser rewşa tendirustî li deverên rijêmê yaku bûye bobelat û sedema mirina bi sedan û pêketina bi hezaran axifîn, di dema ku hîn rijêm înkar dike, wek ku di pir tirajîdiyên bi serê gelê Sûriyê ji berê de hatine kiriye, û bal kişandin ser hebûna milîşeyên Îranî û tevgera wan ya berdewam yaku bûye alîkar di belavbûna Vîrosê bi awayekî berfireh.
Û Endaman li ser neguhdana rijêmê ji tevaya daxwazên Navnetewî û Navdewletî ji bo vekirina doseya girtiyan û serbestberdana wan û naskirina çarenûsa binçavkiriyên kotekî axifîn, ji ber ku ew beşên ku ji tevayan bêhtir tirsa pêketina Koronayê li ser wan heye, û tekezî li ser berdewamiya karê Hevbendiya Niştimanî li gel aliyên Navdewletî ji bo zêdekirina fişaran li ser rijêmê di vê doseyê de kirin.
Û beşdaran raporên tewanên milîşeyên PYD li rojhilatê Elferat, çi li ser asta binpêkirinên dermafê sivîlan an hewildanên wan derbarê destdînan ser samanên gelê Sûriyê berçav kirin, û cext kirin ku ger guhnedan ji wê deverê re çêbibe dê Sûriyê berve çarenûsên metirsîdar ve biçe, û rijêma Elesed û rêxistina terorê dê sûdê ji wê guhnedanê werbigre, weku çawa Daişê di dema bûrî de dest daniye ser deverê.
Û Endaman behisa hevdîtinên Hevbendiya Niştimanî û Komîteyên wê li gel hejmarek ji pêkhatên deverê re ji bo rê li pêşiya çi hewlên zêdekirina sorkirinê di navbera pêkhatên deverê debigirin kirin, û nehêlana çi tiştê ziyanê dighîna yekbûna xaka Sûriyê , û rê li pêş çi karê ziyanê dighîne bercewendiya gelê Sûriyê bigrin.
Her weha beşdaran tekezî li ser karê ji bo qewtandina rêxistina PKK ya terrorist ji ser xaka Sûriyê kirin, û bal kişandin ku ev rêxistina terrorist ji derveyî Sûriya ye, û pirsgirêka wê bi gelê Sûriyê û bi xelkê deverê re heye, û gotin ku eger daxwazên xelkên resen yên deverê bi cî nebin, hîn bêhtir xûnê bête rijandin, û rijêm û Îran dê li deverê xurt bibin, û dê ji nû ve alîkar be di vejîna Daişê de.
Û Desteya Siyasî dawîtirîn pêşveçûnên pirosesa siyasî û amadekariyên berdewam ji hêla Nûnerên Desteya Danûstandinên Sûrî ji bo lidarxistina gera sêyemîn ji gerên Komîteya Destûrî di 24 tebaxê li Cinêvê, li gorî xiştekara xebatên li ser lihev kirine berçav kirin.
Û Endaman tekezî li ser girîngiya bidawîkirina derdeseriyên gelê Sûriyê di riya nêzîkbûna ji sedemên bingehîn di pirsgirêka li Sûriyê kirin, û gihîştina çareya siyasî di riya cîbicîkirina temamî ji biryara 2254 ya divê ku Desteya Hukumdariya veguhêz ava bibe, û jîngeha bêalî û ewle dabîn bibe, û hilbijartin bi serpereştiya Netewên Yekbûyî de çêbibin.
Û Endamên Desteya Siyasî karê Ofîs û Komîteyên Hevbendiyê Şopandin, û pilanên cîbicîkirinê yên qonaxa dahatî berçav kirin, û Komîteya Elcezîrê û Elferat û Ofêsên Revendan raoprên karê xwe pêşkêş kirin, û Hevrêzkarê Komîteya Olompî dawîtirîn pêşveçûnên li ser asta Werzişa Sûrî şiroveyek pêşkêş kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî