Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, D. Nesir Elherîrî, civîneke entirnêtî li gel Endamên Hevpeymana Erebî ya Demoqrat li devera Elcezîrê û Elferat lidar xist, û pêre dawîtirîn pêşhatên rewşa meydanî û siyasî û tewan û binpêkirinên milîşeyên PYDe li rojhilatî Ferêt pêktînin gengeşe kirin.
Û di civînê de Cîgirê Serok Uqab Yehya, û Sekretêrê Desteya Siyasî Riyad Elhesen, û Endamên Desteya Siyasî Salim Elmislit û Yasir Elferhan û Endamê Desteya Giştî Ehmed Tuime beşdar bûn.
Û Elherîrî tekezî li ser guhdana bi temamî bi tevaya deverên Sûrî, tevî devera rojhilata Elferat kir, û bal kişand ku karekî pir mezin derbarê wê deverê tê kirin, di riya Komîteya Elcezîre û Elferat yaku Hevbendiya Niştimanî ava kiriye tê kirin, komîteya ku rewşa deverê dişopîne, û tewanên PYD belge dike.
Û amedebûyan bal kişandin ser girîngiya gihandina dengê xelkê wê deverê û hildana xwastekên wan bo aliyên navdewletî yên kartêker û Netewên Yekbûyî, her weha riswakirina tewan û binpêkirinên PYD li pêşiya Civaka Navdewletî.
Û beşdaran hejmarek ji pêşniyarên çakkirina rewşa sivîlan li deverê, yên ku nehêlin milîşeyên PYDe tewanên xwe dermafê xelkê deverê berdewam bikin, û rola xelkê wê herêmê di rêvebiriya deverê de vegerîne, gengeşe kirin.
Û amadebûyan tekezî li ser girîngiya pêşvebirina têklîyan û berdewamiya hevrêzî û hevkarîyê derbarê deverê kirin, da bighêjin çareyên piratîk û alîkariya xelkê deverê di çarekirina pirsgirêkan de bike, û nehêlibe milîşeyên PYD zordariyê li xelkê deverê bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî