Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî cext kir ku Pêşdeçûnên li pey hev li gundewarê Dêra Zorê derbasî rêyeke metirsîdar dibin, û bal kişand ser ku ev pêşveçûnên niha dibin hewcedarî helwesteke cidî ji aliyên navdewletî ne, nemaze ku hiştina rewşê wek xwe tê wateya gurkirinên zêdetir û encamên wê ziyan e ji tevaya aliyan re.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxuiyaniyeke Rojnamevanî de eşkere kir ku Milîşeyên PYD yên terrorîst di sepandina desthilata xwe li ser deverê berdewam in, devera ku ji demekê de tewanên cûbecûr û binpêkirinên cuda cuda di riya siyaset û kiryaran re lê pêk tên, ji şewtandina berê zeviyan de bigre ta sepandina îdyolocî heyanî rêbazên biyanî, ta bighîne xistina zarokan nav qadên çekdariyê û helmetên girtina kotekî, ta bighîne tewanên guhartina demografî û qirkirin û kuştina di bin îşkenceyê de.
Û Hevbendiya Niştimanî got ku bêserûberî û nemana ewlehiyê û her tiştê di siya wê de dibe, ji tewan û karên terorî, berpisyariya van mîlîşeyan û aliyên piştgiriya wan dikn ne, encamên vê bêserberiya li dêra zorê dibe li Dêrazorê bi tenê namînin, belê ew dê li her deverên ku ew milîşya lê hene biqewime.
Û Hevbendiya Niştimanî bal kişand ku wê têklî bi aliyên navdewletî re kirine, û em dixwazin wan deynin pêşiya berpisyariyê derbarê tiştên li wir bi serê sivîlan dibin, û hişyarîyê didin ku divê danîstandina bi van pêşveçûnan re bi hestyariyeke bilinid be, daku hîn bêhtir gurkirin çênebe û fîtne di nava pêkhatên yekcivakî de neyê çandin, ji bo misoger bibe ku rewiş ji bin kontirolê dernekeve.
Û Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekez kir ku berpisyariya ewlehî û aştiya xelkê me li wir dikeve ser milê aliyên siponser û piştgir ji hêzên li ser wê xakê hene re.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî