Desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, îro roja pêncşemê civîna xwe ya asayî bi amadebûna serokê Hevbendiya Niştimanî lidar xist, û têde pêşveçûnên dawîn yên têkildarî oparesyonên leşkerî yên ji hêla rêjîma Esed û Rûsya li Idlib û gundewarên wê, tevî pêşhatên siyasî yên têkildarî dosya Sûrî hatin gotûbêjkirin.
Endamên desteya siyasî tekez kirin ku Rûsya hîn jî ji biryarên navdewletî yên li ser pirsgirêka Sûrî nerazî ye, û li kêleka hêzên Esed bi pêkanîna binpêkirinên aşkere li dijî mafên mirovan radibe, û bal kişand in ku ev yek astengiyek e li pêşiya dîtina çareseriyê li Sûriyê û bidawîkirina trajediya gelê wê.
Herwiha encamên civîna çarqolî ya li Londonê ya di navbera serokên Tirkiyeyê, Almanya, Fransa û Brîtanya de hate gotûbêjkirin, û tekezî li ser giringiya berdewamiya piştgiriya navnetewî kirin, ji bo dîtina çareseriyek jidil li Sûriyê, li gorî biryarên navdewletî, nemaze Daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254.
Dr. Heysem Rahma, endamê komîta destûrî ya biçûkkirî, şiroveyeke berfireh li ser karê gera duwê ya Komîteya Destûrî pêşkêş kir, ya ku bêcivîn bidawî hatibû, ji ber astengiyên rejîmê û danîna mercên pêşwext bi armanca pûçkirina karê Komîteyê.
Endamên desteya siyasî tekez kirin ku astengkirina xebata komîta destûrî ji hêla rejîma Esed ve, careke din ji cîhanê re tekez dike ku rejîm ne cidî ye, û ne amade ye ji bo danûstandinan, û berepêkan dide da ku xwe ji mafên navdewletî dûr bike, û dan zanîn ku Rûsya alîkariyê dide rejîmê wekî gerantorê wê.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî