Sekreterê giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê û cîgirê serokê Komîteya Hecê Abdul Basit Abdul Latif, û endamê Komîteyê Selim Al-Xetib serdana ofîsên Komîteya Hacê ya Sûrî li wîlayetên Tirkiyê yên nîzîkî sînorê Sûriyê û deverên rizgarbûyî kirin, ji bo gotûbêjkirina mîkanizm û amadekariyên Heca sala bihêt bikin.
Sekreterê giştî behsa karê tîmên ofîsên Hacê di demsala borî de û awayên pêşxistin û başkirina şiyanên wan kir.
Wî herwiha tekezî li ser girîngiya xebata mayînde û hewildanên berdewam bo xizmetkirina hecîyên Sûrî kir, û baweriya xwe ya tam nîşan da ku komîte û karmendên wê xizmeteke mezin û giring pêşkêş dikin.
Wî bal kişand li ser girîngiya kar ji bo pêşkeftin û baştirkirina zêdetir, û bilindkirina asta pêşkêşkirina xizmetgozariyan ji hêla ofîsên Komîteya Hacê ji bo hemû Sûriyan bê ferq û cudahî.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî