Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, civîna xwe ya rolane bi Serokatiya Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislt li dar xist, û behsa rewşa meydanî û mirovahî li deverên rizgarkirî û pêşhatên pirosesa siyasî kir, her weha li ser hevdîtin û çalakiyên ku Hevbendiya Niştimanî li rex kongirê salane yê şeşemîn ê bexşînkaran derbarê Sûriyê pê rabûye axivîn.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, li ser hevdîtinên navdewletî yên ku Şandê Hevbendiya Niştimanî li Biroksilê li gel Yekîtiya Ewropa û Şandên Wezaretên Derve yên Emerîka û Birêtaniya, Tirkiyê, Belçîka û Keneda û Şanderê Navdewletî bo Sûriyê Geir Pedersen pê rabûye axivî.
Û Elmislit bal kişand ser ku Hevbendiya Niştimanî hejmarek ji doseyên girîng ên pirosesa siyasî û rewşa meydanî gengeşe kirin, û daxwaza pêwîstiya pêkanîna hêviyên gelê Sûriyê yên mafdar yên bidawîanîna rijêma Esed û jiyana bi azadî û rûmet kir.
Û Elmislit diyar kir ku pilana çaksaziyê yaku Desteya Giştî biryar pê daye, ji hêla tevaya şanderên navdewletî ve cihê pesin û xweşhaliyê bû, û Şandê Hevbendiyê Guhertinên sîstema bingehîn û di pey re şêwirdariyên temamkirina berfirehkirinê û tevlêbûna nûnerên rasteqîn yên sazî û çalakiyên şoreşgerî û revendên Sûrî berçav kirin.
Û Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî yê karûbarê derve Ebbdilehed Istêfo, tekezî li ser giringiya hevdîtinên ku Hevbendiyê li rex kongirê Biroksil li dar xistine kir, û bal kişand ser ku civaka navdewletî careke dî guhdanê bi doseya Sûriyê dike, li gel doseya Okranya.
Û Istêfo eşkere kir ku helwestên dewletên dost û birayên gelê Sûriyê mîna helwestên Hevbendiya Niştimanî ne, çi di dosya penaber û girtî û binçavkiriyên kotekî de, an di doseya lêpirsîn û sizakirinê de, an jî di warê nûkirina biryara derbaskirina alîkariyên mirovahî di riya xalên sînorî re be.
Û majara ku careke din ofîsa Hevbendiya Niştimanî li Biroksila paytexta Belçîka vebe hat gengeşekirin, ji ber ku ew cihê hejmarek mezin ji çalakî û civat û xebatên navdewletî ye, û giringiya wê ji bo pêşdebirina doseya Sûrî di tevaya warên navdewletî de heye, û tekezî li ser pêwîstiya piştgiriya saziyên şoreşê û Hikûmeta Sûrî ya Demkî kirin, daku bi erkê xwe yê xizmeta sûriyan rabe, nemaze di warê fêrkirin û tendurustiyê de.
Û amadebûyan giringiya rêxistinkirina karê Revendên Sûrî li dewletên ku pêşwaziya penaberên Sûriya kirine û çarçovekirina karê wan gengeşe kirin, û tekez kirin ku roleke mezin û girîng a Revendên Sûrî di pirosesa siyasî û pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê di azadî û rûmet û demoqrasiyê de heye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî