Hejmarek ji endamên Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî di rûniştineke taybet de, yaku Sentera Cisûr ya Lêkolînan li gel Cîgirê Alîkar yê Wezîrê Derve yê Emrîka ê Karûbarê Rojhilat û Şanderê Taybet bo Sûriyê yê berê Joel Rippurn beşdar bûn, daku behsa pêşketinên navdewletî di warê siyasî û meydanî û bandorên êrîşkirina Rûsiya li ser Okranya li ser Sûriya û deverê kirin.
Û di rûniştinê de endamên Desteya Siyasî di Hevbendiyê de Selwa Eksoy û Ebdellah Gedo û Mihemed Yehya Mektebî û hejmarek ji siyasî û rojnamevan û lêkolînerên Sûrî amade bûn.
Û beşdaran li gel Rippurn li ser bandorên texmînkirî yên cenga Okranya li ser doseya Sûriyê û pêşeroja dosya Sûriyê û rêyên fişarê li ser rijêma Esed li gor pêşhatên navdewletî û rewşa niha û rola Emrîka ya hêvîkirî di doseya girtiyan de axivîn.
Û endamên Hevbendiyê rola Emrîka ya piştgiriya milîsên PYD yên terorist û biryara Emrîka ya dawîn ku deverên di bin desthilata wan milîsan de li Sûriyê dûrî sizayên Emrîka bin rexne kirin, û bal kişandin ser ku helwesta Emrîka ya qels ji komkujiya taxa Eltedamun, ne li gor qebareya tirajîdiyê bû.
Ji aliyê xwe ve Joel Rippurn diyar kir ku dem guncaw e bo pêşdebirina dosya Sûrî berve maseya lêkolînê ji nû de, û ku Îran nikare valahiya ku dibe ku Rûsiya di Sûriyê de çêbike dagire.
Û Rippurn got ku Rûsiya di cenga xwe ya li ser Okranya de guleya xwakuştinê li xwe xist, çimkê xweragiriya gelê Okranya hemî texmînên Rûsiya têk birin û çesipandin ku welatê wan ne pariyê ku zû tête daqrtandin e, û got ku piştgiriya Rûsiya bo rijêma Esed piştî vê cengê dê ne weke berê be, û ku ev ceng xala guherînê ye û Rûsiya dê dest ji bîrokeya berfirehkirina dervî sînorên xwe berde.
Û Şanderê Emrîkî yê berê tekez kir ku baweriya kolana Emrîka tev siyasetmedarên wê ve bi çi lêborîn an pêngavên ji aliyê rijêma Esed ve derdikevin nayê, û dizane ku pêngavên ku rijêm pê radibe derew in.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî