Komîteya Cezîrê û Ferat ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî workşopek derbarê bandorên hebûna Îranê li devera Cezîrê û Ferêt ya Sûrî, li îyaleta Gazî Entab ya Tirkî bi beşdariya Serokê Hevbendiyê Salim Elmislit û amadebûna endamin ji herdû Desteyên Siyasî û Giştî li dar xist.
Û di workşopê de derdora 35 kesan ji Hikûmeta Sûrî ya Demkî û encumenên xwecihî yên devera Rojhilatê Ferêt û Kombenda Kurdên Serbixwe û Yekîneya Piştgiriya Aramiyê û Navenda Civaka Sivîl û Demoqratîk her weha lêkolîner û parêzer û rojnamevan û nûnerên çalakiyên sivîl beşdarî kirin.
Û workşop ji aliyê Hevrêzkarê Komîteyê Ebdilbasit Ebdilletîf ve vebû, û li ser dîroka avakirina Komîteya Cezîrê û Ferêt axivî, û tekez kir ku bizavên ji bo avakirina devereke ewle û aram û civakeke yekgirtî û jiyaneke aştiyene bi rêvebirina xwecihî û pişikdarî di hundir serweriya yekîtî û saxlemiya xakê de kir, di riya pêwendiyên çalak û yekser li gel xelkê û çalakiyên sivîl li deverê û berzkirina rola çalak ya tevaya xelkê deverê û misogerkirina nûnertiya rewa û demoqratîk re.
Û lêkolînerê di sentera Rojhilat ya Siyasetan Seed Elşarêi, li ser giringiya devera Ferêt çi li rojhilatê çemê Ferêt be, an li rojavayê wî be, di hundirê pirojeya Îranî de axivî.
Û Elşarêi qonaxên desthilatdariya rijêma Esed û milîsên Îranê bi piştgiriya balefirên Rûsî sala 2017 li ser bajarê Elbokemal li ser sînorê Sûriyê û Îraqê û çawa Îranê karibû Hilala Şî’î cara yekemîn temam bikira berçav kir.
Û Elşarêi li ser qebareya hêza leşkerî beranberî hebûna Îranê li gel aliyên dî nemaze Rûsiya û rijêmê û rengê têkliyan di navbera wan de axivî, û bal kişand ser ku Îranê kar li ser avakirina komikên leşkerî yên xwecihî ji aliyê Elheres Elsewrî Elîranî ve û komikin ji êlên xwecihî bo piştgiriya hebûna xwe ya leşkerî li deverê kir.
Û lêkolînerê Sentera Umran ya Lêkolînan Samir Elehmed, li ser dabeşbûna desthilatdariyê li parêzgehên Hesekê û Qamişlo û çalakiyên Îranê têde yaku ji sala 2013yan de dest pê kiriye, di riya leşkerkirina ku ji aliyê milîsên berevaniya niştimaî û Tabûrên Beis ve pêkhatine re, her weha lidarxistina têkliyan li gel êlên deverê û nêzîkbûna ji xelkê bo guhertina mezhebî.
Û Elehmed şiroveyek li ser bandora nakokiya di nav Rûsya û Îranê de li ser deverê di dema niha de, û tête xuyakirin ku çawa hevrikî li ser destdanîna ser balafirxaneya Qamişlo û şaxên ewlekariyê û hewildanên sorkirina xelkê dijî hêzên emrîkî û binpêkirina rêkeftinên lidarketî pêşkêş kir.
Ji aliyê xwe ve sekretêrê Desteya Siyasî Ebdilmejîd Berekat rewşa nakok di navbera milîsên Îranî û hêzên Emrîkî li devera Cezîrê û Ferat, li gor qebareya hêzên leşkerî û çawanî û cureyên wan hêzan axivî.
Û bandorên stratîcî ya hêzên li devera rojhilat û pêngavên leşkerî yên ji hêla hêzên Emrîka ve hatine standin bo rûbirûbûna belavbûna milîsên Îranî şirove kir.
Û amadebûyan tekezî li ser metirsiya operasyonên belavbûna Îranê li deverê û hewldanên herdem di warê çespandina hebûna wê de, çi di riya avakirina hêzeke xwecihî ya bi ser wê ve be, an di riya avakirina civakeke xwecihî ya piştevan jê re be kirin.
Û amadebûyan temîniya pêwîstiya piştgiriya xweragiriya xelkê deverê û pêwendiyên bi wan re ji bo hevrêzkirina helwest û hevkariyê, her weha xurtkirina rola êl û hozan bo rûbirûbûna milîsên Îranê li deverê kirin.
Û daxwaza axaftinê li gel Netewên Yekbûyî kirin, daku roniyê bidin ser binpêkirinên ku rijêma Esed û destekên Îranê li Sûriyê pêk tînin, wek operasyonên dana regeznameyan bo îraniyan û hiştina ku bibin xwediyên malûmilkên koçberan û her kesên ku dijî rijêma Esed serî hildane.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî