Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, civîna xwe ya rolane lidar xist, û tê de pêşhatên rewşa meydanî û siyasî gengeşe kir, û karê Ofîs û Rêvebirî û Komîteyan temaşr kir.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî Diktor Nesir Elherî, serokatiya civatê kir, û şiroveyek li ser hevdîtinên diplomasî û civînên şêwirdariyê yên ku Hevbendiya Niştimanî pê radibe ger li ser asta navdewletî be an navxweyî an sivîl be pêşkêş kir.
Û amadebûyan girîngî dan ser kongirê bi siponseriya Wezareta Bergiriyê ya Rûsî derbarê vegerandina penaberên Sûrî, û Elherîrî tekez kir ku ev pirojeya xizmeta gelê Sûrî nake, û ew wek zîvirandinekê ye li ser biryarên Encûmena Ewlekariyê û di pêşî de daxwiyaniya Cinêvê û biryara 2254, û got ku vegerandina penaberan divê vegerek ji dev xwe be û li gorî pîvanên Komîserê Bilind ê Penaberan be.
Û bal kişand ser ku Hevbendiya Niştimanî pişikdariya dawîtirîn pêşketinên li gel hevalbendên û ortaxên xwe yên herêmî û navdewletî dike, û cextî li ser pêwîstiya ku civaka navdewletî helwesteke vabir derbarê va kongirî bistîne, û berve kartêkirikirina pirosesa siyasî bide, û karê Komîteya Destûrî ya Sûrî berepêşde bibe.
Û Elherîrî li ser rewşa Sûriyê bi giştî û li ser doseya şewtandinê û derdeseriyê welatiyan li deverên rijêmê ji ber bihabûn û tunebûna keresteyên xwirdemanî û pizîşkî û sotemeniyê axivî, û tekez kir ku rijêm nema karê xizmetguzariyên sereke ji welatiyan re wek av û eletrîk û xizmetkariyên pizîşkî dabên bike, her weha li kêlek rûxandina aborî ya mezin û windabûna şiyan û samanên welêt.
Û amadebûyan behsa doseya rojhilatê ferat kirin, û Cîgirê Serok Uqab Yehya li ser karê Komîteya Cezîre û Ferat axivî, û tekezî li ser girîngiya karê ku komîte pê radibe ji bo xelkê deverê karibin rêvebiriya deverê bi xwe kir.
Û Serokê Desteya Niştimanî ya Karûbarên Girtî û Hindayan û Berpirsê Doseya Mafên Mirovan, Yasir Elferhan, şiroveyek li ser pirosesên terroristî yên deverê armanc dikin pêşkêş kir, û bal kişand ser ku tirombêlên mayênkirî yên pirosesên terroristî pêkanîne ji deverên di bin kontirola PYDê derketin, û diyar kir ku Hevbendiya Niştimanî hejmarek ji nameyan arasteyî Komîteyên Lêpirsîna Navdewletî û Netewên Yekbûyî derbarê wan teqînan kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî