Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî, Ebdulrihman Mustefa, tekez kir ku rijêma Esed nikare çareyê ji herdû kêşeyên nan û sotemeniyê li deverên di bin kontirola xwe de bibîne.
Û di raghandineke rojnemevanî de bi Ajansa Elenadol re Serokê Hikûmetê got ku cenga rijêmê ya li ser gelê Sûrî bû sedema têkçûna aborî û bû sedema peydabûna astengiyan li bal gelê Sûrîyê, û bal kişand ku kêşeyên sotemenî û nan li deverên di bin kontirola rijêmê de di sê hefteyên borî de zêde bûn.
Û Mustefa eşkere kir ku rijêm sernekeftina xwe di warê dabînkirina pêdviyên gel de dixe hustuyê Yasaya Qeyser ya parastina sivîlên Sûrî, yaku Emrîka derxistiye daku sizayan li ser rijêmê û piştgirên wê bisepîne.
Û Mustefa bal kişand ser ku rewşa aborî ya xirab û sernekeftina rijêmê di dabînkirina pêdviyên Sûriyan de berî derketina Yasaya Qeyser bû, û got ku rijêm nikare vê kêşeyê çareser bike.
Û Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî dilgiraniya xwe derbarê zehmetiyên ku nişteciyên li deverên di bin destê rêjîmê de dikişînin di warê dijwariya peydakirina sotemenî û nên de anî ziman, û tekez kir ku nişteciyên li deverên di bin kontrola rejîmê de baweriyê bi rijêmê derbarê kêşeya heyî de nakin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî.