Wezareta Tenduristî ya Hikûmeta Sûerî ya Demkî, kilînkên tên veguhestin birêkirin, ji bo pêşkêşkirina guhdana tenduristiyê li deverên rizgarkirî ji bo girtiyan re, di bin rêberiya rasterast a Serokwezîr û Wezîrê Tenduristiyê yê Hikûmeta demkî de.
Û malpera Hikûmeta Sûrî ya Demkî li ser zimanê Rêvebirê Ofîsa Wezîrê Tenduristiyê, Ziyad Neinai, got ku ev pêngava ji ber pirensîpên mirovahiyê û nirxê mirov hat, û eşkere kir ku ev kar bi hevkariya li gel Kombenda Guhdana Girtiyên Azad bû.
Û bal kişand ser ku armanc ji vê helmetê ew e ku bi erkê xwe di pêşkêşkirina guhdanên tenduristî di eynî asteya guhdana tenduristî a ku ji civakê re tête pêşkêşkirin rabin, di riya sîstemeke tenduristî gişî re.
Û Neinai diyar kir ku helmetê hef girtîgehên deverên rizgarkirî yên li deverên Efrîn, Elbab, Ezaz û Cerablis belavbûne armanc kirin, ji ber ku di wan girtîgehan de nêzî 1250 girtîyî hene.
Û Neinai got ku hejmarên girtîgehên ta niha serdana wan hatiye kirin, girtîgeha navendî ya yekemîn û gitrîgeha polîsên leşkerî li Ezazê û zîndana navendî li Raco û zîndana polîsên lişkerî li Efrînê bûn, û yên sûd ji vê helmeta xizmetkariyê ya tenduristî wergirtine 246 girtî bûn.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî.