Ofîsa Têkliyên Derve ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, civîna xwe ya rolane bi amadebûna tevaya endamên xwe û nûnerên Hevbendiya Niştimanî li dewletên Erebî û Biyanî lidar xist, û bi hevre hejmarek ji doseyên giring û di serî de pêşhatên pirosesa siyasî û karên Komîteya Destûrî û doseya derbider û penaberan gengeşe kirin.
Û amadebûyan cîbicîkirina pilana ofîsê şopandin, û Ofîsên Hevbendiya Niştimanî li derve raporên karê xwe yên rolane pêşkêş kirin, û têde çalakiyên xwe li gorî pilan û nerîna ku Hevbendiya Niştimanî bo xurtkirina têkliyan li gel tevaya dewletan daniye eşkere kirin, her weha piştgiriya penaberên Sûrî û danasîna durist bi doza Sûriyê daku ji hemî welatan piştgirîyê bistîne.
Û amadebûyan ancamên civîna Tîma Karê Şopandina Yasaya Qeyser ya Hevbendiya Niştimanî li gel Girûpê Cîbicîkirina Yasaya Qeyser di Rêvebiriya Emrîkî de gengeşe kirin, û behsa her çar lîsteyên sizakirinê yên Emerîka derxistine û têde sembolên rijêmê û yên pêre hevkar hatine cezakirin kirin, û tekezî li ser giringiya berdewamiya van sizayan li ser rijêmê û sembolên wê kirin, û tekezî li ser alîkariyên mirovahî û keresteyên xwirdemenî û pizîşkî derveyî sizayan bin kirin.
Û rewşa başûr-rojavayê Sûriyê û binpêkirinên ku rijêm û piştgriyên wê li deverê pêk tîne berçav kirin, û amadebûyan tekezî li ser pêwîstiya parastina rêkeftina agirbestê yaku di adara borî de li Sotşî îmze bûye û pêşdebirina wê daku bibe agirbesteke tam li seranserî welêt kirin.
Û amadebûyan doseya diyaloga Kurdî-Kurdî şopandin, û tekezî li ser daxwazên Encûmena Niştimanî ya Kurdî derbarê birîna girêdanê li gel rêxistina PKK ya terrorîst û rawestandina leşkeriya neçar û serbestberdana girtiyan û danîna sîstemeke hîndariyê dûrî îdyolociya partîkî ya girîngiyê dide aliyên zanistî li gorî pîvanên navdewletî yên têkildar kirin.
Û Ofîsa Têkliyên Erebî pêşniyarin bo kartêkerkirina rola Erebî di pirosesa siyasî de li Sûriyê di riya xurtkirina têkiliyan û karê li gel dewletên Ereb li ser bingeha pêşdebirina Komkara Erebî daku li ser dîtina çareya siyasî li welêt kar bike pêşkêş kir.
Û amadebûyan pêşhatên pirosesa siyasî û serdana nûnerê navdewletî Gere Pederson bo Rûsiyê û dûvre bo Şamê gengeşe kirin, û hêviyên xwe ku Pederson karibe bighê rêkeftinekê li ser xiştekara gera nû ya Komîteya Destûrî ya Sûrî anîn ziman.
Û civatkaran tekezî li ser redkirina kongirê ku Wezareta Bergiriya Rûsî derbarê vegerandina penaberên Sûrî raghandiye kirin, û dîtin ku ew wek revê ye ji biryarên navdewletî, û cextî li ser pêwîstiya cîbicîkirina tam ji biryara 2254 li gorî demê û misogerkirina vegera penaberan ji ber xwe ve û bi rûmet û li gorî pîvanên Komisyona Bala ya Karûbarê Penaberan be kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî